Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Bergiriya sûcan

"Silaveke cîranan dikare pêşiya nexweşiyan bigre"

Hat weşandin fredag 5 maj kl 16.06
Manne Gerell: Ji bo aramiyê hevkarî girîng e.
(5:05 min)
Grannar hälsar barnvagn
Danûstandina baş û hevkariya bi cîranan re dikare pêşî li gelek nexweşiyan bigre. Wêne: PONTUS LUNDAHL / TT

Gava mirov herêmên xizan û feqîr, herêmên ku gelek mihacir li wan hene bi taxên zengîn re muqayese dike li herêmên feqîr pevçûn û kuştin bêhtir rû didin. Gelo sebeb çi ye û li hemberî vê çi dikare were kirin?

Manne Gerell ku li bersiva van pirsan geriyaye dibêje silaveke cîrantiyê jî dikare pêşiyê li gelek nexweşiyan bigre.

– Em ferz bikin ku kesek difikire here diziya malekê, lê li wê herêmê adeteke wisa heye ku herkes silavê dide hev û kesên ku pêrgî wî tên silavê didinê. Tiştek ewqas hêsan mîna silaveke wiha jî dikare bihêle ku mirovê neytxerab fikrê xwe biguhere.  

Manne Gerell li Zanîngeha Malmö lêkolînek li ser derketina sûcan kiriye. Û ew gihaye wê encamê ku eger pêwendiya cîranan bi hev re xweş be, danûstandineke baş hebe ev dikare rê li pêşiya gelek pirsgirêk û teşqeleyan bigre. Lê dibêje divê hedefa reft an jî çalakiyên hevbeş çareserkirina pirsgirêkan be.

– Rast e ku li herêmên feqîr şîdet bêhtir rûdide. Lê sedemeke bingehîn ew e bê nêzîkayiya kesên li taxê dijîn bi çi rengî ye. Ew çiqasî xwe elaqedar dibînin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Wek nimûne li taxên feqîr ku xelk elaqê xwe ji taxên xwe tîne û bi hev re di nav dan û standinê de ne şidet û pevçûn kêmtir e.

Ji vê hişmendî û çalakiya civakî re ku hedef pê çareserkirina pirsgirêkan e Manne Gerell gotina ”şiyana kolektîv” bi kar tîne.

Digel gelek tiştên ku niştecihên taxê û cîran dikarin bi hev re bikin meqamên resmî jî dikarin bi siyaset û nêzîkbûna xwe hem destekê bidin hem jî xurtkirina şiyana kolektîvî teşwîq bikin. Wek nimûne di perwerdeyê de, lê li gor Gerell ji bo pêkanîna rewşeke wiha barekî giran dikeve ser milê polîs de.

 – Ciyê ku tirs lê hebe, xelk newêre li wir çalakiyan bi hev re bikin, newêrin mudaxele bikin, dest bavêjin pirsgirêkên xwe.  Polîs divê baweriyê û hîsê bide xelkê ku ewleyiya wan heye. 

Halê hazir ji bo berlêgirtina sûcan polîsê Malmö li ser metodekê kar dike ku tê de sûcdar û mexdûr têne bidarîhevxistin. Metod wiha ye; Em ferz bikin ku kesek hatiye kuştin. Polîs dayik an jî kesek din ê pir nêzîkî kesê kuştî bi darî yê sûcdar dike. Û dayika yê kuştî ji qatil re behsa derd û êşa ku bi vê bûyerê re hatiye serê wan dike.

Serekpolîsê Malmö, Stefan Sinteus dibêje ew ji nêzîk ve li vê rêbazê dinêrin û dibe ku di nav salê de li Skåne jî dest pê bikin.

– Amanc bi vê ew e ku di şûna jiyana krîmînel de çareseriyên din weke alternatîv bidine pêşiya wan kesan. 

Ev metod niha li 60 bajarên Amerîka tê bi kar anîn û bi cîbicîkirina vê metodê re rêjeya kuştinan li hin herêman bi %60 kêmtir bûye.

Bi Manne Gerell ev metod gelek taybetmendiyên erênî dihewîne nav xwe.

– Di vê metodê de mirov nêzîkî xelkê herêmê kar dike. Rast e, ev dikare ehlekî mexdûr bîne cem tawanker, lê herwiha dikare kesek ji bo wê civatê girîng jî be. Wek nimûne ji dêrê an jî civaka sivîl be. Mirov bi hev dişêwirin bê dikarin tev de çi bikin, çi çare ji pirsgirêkan re hene. Û bi vî awayî ewa ku em jê re dibêjin şiyana kolektîv xurttir dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".