Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serkeftina Macron kêfa Swêdê anî

Hat weşandin måndag 8 maj kl 10.13
"Macron hêviyê dide"
(2:59 min)
Macron EU Frankrike
Serokê nû yê Fransa Emmanuel Macron. Wêne: LIONEL BONAVENTURE

Ji ber serkeftina Emmanuel Macron li hember Marine Le Pen siyasetvanên Swêdê bi hikûmet û muxalefeta xwe kêfxweşiya xwe anî zimên.

Yek ji wan siyasetvanên ku kêfxweşiya naveşêr e Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström e:

– Li Fransa dibêjin ciyê ku jiyan lê hebe, hêvî jî lê heye. Divê niha Macron hevbendan peyda bike û karê wî ne hêsan e. Lê ew alîgirê pêşxistina Ewrûpa ye, alîgirê pêşvebirin û reforma ye. Wekî din jî ew ji hevkariyan re vekiriye. Em gelekî kêfxweş in ku ji nav van herdu namzetan Macron bi ser ketiye.
 

Di tûra hilbijartinên Fransa de herdu namzetên ku mabûn dawiyê siyasetvanê lîberal Emmanuel Macron û seroka partiya Eniya Neteweyî (Front National) Marine Le Pen bûn. Lêkolînên raya giştî nîşan didan ku Macron li pêş e, lê dîsa jî ji ber serkeftina Trump li Amerîka û qezenckirina dijberên Ewrûpa li Brîtanya hin fikar hebûn. 

Di dawiyê de Le Pen %34 dengan stand û Macron bi %66 hilbijratin qezenc kir û wê bibe serokkomarê Fransa. Bi diyarbûna encamê re yekser pîrozbahiyên siyasetvanên ewrûpî û cîhanê li pey hev hatin. Şîrovegera Radyoya Swêdê Agneta Ramberg got bi serkeftina Macron re Ewrûpa nefesek kişandiye û rihet bûye. Û ev rehetî di axavtina siyasetvanên swêdî de jî diyar bû. Hikûmet û muxalefetê kêfxwaşiya xwe anîn zimên.

Seroka partiya sereke ya muxalefetê Anna Kinberg Batra dibêje:

– Derencama hilbijartinê hêviyê dide Yekîtiya Ewrûpa, dide me û hevkariyê.
Partiyên swêdî yên din jî tev kêfxweşiya xwe anîn zimên ku Macron bi ser ketiye.

Serokê Demokratên Swêdê ku weke partiya herî nêzîkî Le Pen tê destnîşan kirin ragihand ku ew Eniya Netewî ya Fransî weke partiya xwîşk ji xwe re nahesibînin û wiha got:

– Partiyên nû êdî pirsên nû ku ji hilbijêran re girîng in derdixin pêş. Bi vê hilbijartinê re nuqteya zelal dibe ew e ku nakokî êdî di navbera neteweperest û globalîzmê de ye. 

Berfirehiya nûçeyê di nava rojê de tê weşandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".