Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi gumana ku bavê xwe kuştiyê jinek tê dadgeh kirin

Hat weşandin måndag 8 maj kl 12.02
Jinek, bi gumana ku bavê xwe û mêrê xwe kuştiyê tê dadgeh kirin.
(1:16 min)
Sommarstuga Arboga
Xaniyê Arboga ku zilamek tê de di xew de hate kuştin. Wêne: TT

Par meha tebaxê li xaniyekî havînî yê li Arboga zilamek hate kuştin û hewldana kuştina jina wî jî hatibû kirin. Îro ji ber vê kiryarê keça wan a 42 salî û dostê wê têne mehkeme kirin.

Dadgeha ku îro dest pê kir wê 20 rojan dewam bike. Kesên têne dadgeh kirin keça zilamê kuştî û yarê wê ye.

Yarê jinikê li xwe mikur hatiye ku êvara 3ê tebaxê ew bi dosta xwe re di halekî serxweş de çûye havîngehê. Dosta wî maye di erebê de û ew çûye hundir, dîtiye ku zilam û jina wî di nav cihan de razayî ne. Wî bi kêran zilam di nav nivînan de kuştiyê, lê jina wî filitiye. 

Keça kesê kuştî ya 42 salî înkar dike ku tiliya wê di bûyerê de hebe, lê dozger dibêje qeydên deng, mesaj û şahidên ku ew bi hev re dîtine hene. 

Di 2015ê de herwiha mêrê vê jina 42 salî jî hatibû kuştin û piştre laşê wî di avê de hatibû dîtin. Niha guman tê kirin ku tiliya wê di kuştina wî de jî hebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".