Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doza Kevin dîsa vedibe

Hat weşandin måndag 8 maj kl 15.56
Piştî raporên medyayê doz cardin vedibe.
(1:33 min)
Kevin, Arvika
Kevin ê 4 salî berya 18 salan li ber vê golê hatibû xeniqandin. Wêne: Tommy Pedersen

Di havîna 1998ê de li Arvika kurekî 4 salî yê bi navê Kevin hatibû kuştin. Niha 19 salan piştî bûyerê doz careke din tê vekirin.

Dozgerê şef Niclas Wargren dibêje:

– Di lêkolînên vê dawiyê yên Televîzyona Swêdê SVT û Dagens Nyheterê de hin agahî hene ku bi min hêja ne mirov li wan binêre û lewra min biryar daye em careke din dozê vekin.

Lawikê çar salî yê bi navê Kevin di havîna 1998ê de li nêzîkê bajarokê Arvika xeniqandî hatibû dîtin. Du birayên hev ên 5 û 7 gotibûn wan Kevin kuştine. Lê lêkolînên medyayê yên ku vê biharê hatin weşandin di dozê de hin kêmasiyên mezin derxistibûn holê. Wek nimûne hin zor li zarokan hatibû kirin bêyî ku tu parêzerên wan hebin û lixwemikurhatina wan jî nehatibû qeydkirin.

Piştî weşandina raporan parêzerê van her du birayan dabû zanîn ku ew dixwazin doz ji nû ve vebe û niha ew bi biryara vekirina dozê kêfxweş e. Parêzer Thomas Olsson dibêje:

– Ev biryareke erênî ye. Gaveke destpêkê ye da eziyeta ku ev 18 sal in li van herdu birayan tê kirin were sererast kirin. Agahiyên din jî di destê me de hene ku nîşan didin ev herdu ciwan bêguneh in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".