Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Reepalu pêşniyaza muxalefetê red dike

Hat weşandin tisdag 9 maj kl 10.13
Rapor îro tê diyar kirin
(1:10 min)
Ilmar Reepalu refah välfärd
Ilmar Reepalu di qezencên refahê de pêşniyaza danîna sînorekî qezencan dike. Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Partiyên burjûva yên muxalefetê daxwaz dikin ku di şîrketên refahê de pîvanên kalîteyê werine bilind kirin, lê lêkolînerê hikûmetê ku îro pêşniyaza xwe eşkere dike vê daxwaza muxalefetê maqûl nabîne.

Hikûmetê Ilmar Reepalu wezîfedar kiriye da li qezencên şîrketên refahê binêre. Ango li şîrketên şexsî yên ku wek mînak dibistanan an jî nexweşxaneyan bi rê ve dibin. Par payîzê Reepalu beşek ji raporê eşkere kir û pêşniyaza wî ew bû ku sînorek ji qezenca van şîrketan re were danîn.

Ev pêşniyaza Reepalu ji aliyê partiyên hevbendê yên burjûva ve rastî rexneyên giran hat. Di şûna vê pêşniyazê de wan digotin bila pîvanên kalîteya van şîrketan werine jidandin da ku kalîteya refahê were garantîkirin. 

Lê Reepalu bi rapora xwe ya îro dibêje ev daxwaza partiyên burjûva ne maqûl e û ew tenê wê karê îdarî û burokrasiyê zêdetir bike bêyî ku feydeyeke wê ya berbiçav bide refahê. 

Rapora Reepalu bi dilê Partiya Çep (Vänsterpartiet) e. Berdevka partiyê ya pirsên aboriyê ulla Andersson dibêje, a maqûl ew e ku di ber pîvanên kalîteyê re sînorek ji qezencan re were danîn. Li dinyayê emsaleke din weke Swêd nîne.

Di nava rojê de ev rapor tê nûkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".