Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Almanya doz li ”lasermannen” vekir

Hat weşandin tisdag 9 maj kl 17.06
Guman tê kirin ku wî li Almanya jinek kuştibe.
(1:51 min)
Lasermannen John Ausonius
"Lasermannen", John Ausonius ji 1995ê ve di zindanê de ye. Wêne: Tobias Röstlund/TT/

John Ausonius, ku weke ”lasermannen” tê naskirin li Swêdê bi cezayê muebedê di zindanê de ye. Lê niha bi gumana ku wî jinek kuştiye Almanya jî dozê lê vedike.

Serdozgera almanî ji Radyoya Swêdê re dibêje delîlên xurt ên li hemberî Ausonius di destê wan de hene.

Di sala 1992ê de John Ausonius li bajarê Frankfurtê, li Almanya ye. Li wir ew bi jinekê pev diçe û heftiyekê piştre ev jinik hate kuştin. Heta niha jî nayê zanîn bê kê û çima ev jinik kuştiye. Lê berya niha Almanya derheqê vê kuştinê de îfadeya Ausonius standiye. Wî îdia kiriye ku ew bêsûc e. 

Û dozgerê almanî niha dozê dibe dadgeha sereke, bes tarîx hêj nediyar e. 

John Ausonius, ê niha 64 salî di salên 1991-1992ê de kesek kuşt û deh kes jî birîndar kirin. Sîleha ku bi kar tanî bi lazer bû, loma bêhtir bi navê ”lasermannen” ew hate nas kirin.

Wî kesên ku ser wan didanî nas nedikirin, tenê sebeb ew bû ku ew kes ne swêdî bûn, pora wan reş bû. 

Di 1995ê de ji ber kuştinekê, deh hewldanên kuştinê û neh şelihandinan cezayê muebed zindanê lê hate birîn.

Di 2002ê de nivîskar Gellert Tamas kitêbek li ser kiryarên Lasermannen derxist. Di wir de jî behsa pevçûna Almanya bi berfirehî tê kirin. Nivîskar dinivîse ku ne dûrî aqilan e ew jin bi destê lasermannen hatibe kuştin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".