Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara kesên bêkar zêde dibe

Hat weşandin onsdag 10 maj kl 14.22
Meryem: "Tu çi karî bixwazî pirsa ’utbildning’ dikin"
(7:24 min)
Meryem Hemed Ayse Andersson Arbetsförmedlingen
Meryem Hemed ev saleke li kar digere. Karmenda Arbetsförmedlingen Ayşe Andersson çend pêşniyazan dide. Wêne: TT, Privat, Besir Kavak

Ev çend sal bûn rêjeya kesên kar bi dest wan nediket her kêmtir dibû. Lê li gor par vî çaxî hejmara kesên bêkar niha 4 000 zêdetir e.

Li gor şefa Analîzan a Daîreya Kar Annika Sundén kar bi xwe kêmtir nebûye lê kesên ku dikarin bişuxilin bes kar bi dest wan nakeve zêde bûye û ev kes jî penaberên nûhatî ne.

– Gelek koçberên ku di payiza 2015ê de hatine Swêdê îqame standine û êdî tên li kar digerin. Em bawer in ku di tevahiya 2017ê de rewş wê bi vî rengî be.

Ji statîstîka Daîreya Kar diyar dibe ku di nav kesên ku li Swêdê çêbûne de bêkarî %4 e, lê yên ku li welatekî din çêbûne û vê paşiyê hatine Swêdê ev rêje ji %22 e.

Meryem Hemed yek ji wan kesan e ku ne zûde ji rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê hatiye Swêdê û ev saleke ew li kar digere.

Ew çûye çend ciyên praktîkê jî lê dibêje mirov daxwaza çi karî dike pirsa perwerdeyê dikin.

Ayşe Andersson karmendeke Daîreya Kar (Arbetsförmedlingen) e ku hewl dide alîkariyê bide xelkê da ku karekî peyda bikin û li ser vê mijarê raporek jî weşandiye.

Andersson dibêje gava mirov li kar digere ya herî girîng ew e mirov biryara xwe dabe bê dixwaze çi karî bike û li gor wê tevbigere.

Û eger giha wê qonaxê ku ciyê kar ji bo hevdîtinê gaziya mirov bike Ayşe Andersson dibêje hingî divê mirov hay ji çend tiştan hebe. Wek nimûne di wextê xwe de biçe civan, li ser şîrketê agahî bidest xistibin û xwe hazir kiribe bê çi bersivan bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".