Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet banga amadekariyên ji bo krîzeke muhtemel dike

Hat weşandin torsdag 11 maj kl 10.23
Bi dawîbûna şerê sar re sistî ketiye ewleyiyê.
(1:52 min)
Löfven och Hultqvist
Hikûmet êdî raporan dixwaze. Wêne: Anders Wiklund/TT

Hikûmet bang li wîlayet, şaredarî û çendîn meqamên girîng dike da haziriyên wan ji bo krîzeke muhtemel an jî derketina şerekî hebin.

Wezîrê Parastinê Peter Hultqvist dibêje gereke mirov amade be ku di derketina krîzekê de ciyên biewle, ceyran û xwarin heye, ku çûnûhatin raneweste. 

Parlamena Swêdê diyar dike ku ji wextê Sovyet rûxî ye, ango şerê sar bi dawî hatiye ve hin sistî ketiye sîstema Swêdê ya parastinê de. Lewra hikûmetê biryar daye ku sîstema enerjî, veguhastin, aborî û ewleyiyê berçav re werine derbas kirin û xurt kirin, da eger hat û rojekê bûyereke nexweş a mîna krîzekê yan jî şerekî derket jiyan heta mimkun be asayî bidome. 

Îro hikûmetê herwiha biryareke din stand. Li gor vê gereke Dezgehên Trafîka azmanî, deryayî, Dezgeha Trafîkê û Rêvebiriya Veguhastinê raporê bidine hikûmetê bê di derketina krîzekê de ew ê çawa tev bigerin û çi haziriyên wan hene.

Wezîra binesaziyê Anna johansson dibêje amanc bi vê biryarê ew e ku her saziyek, dezgehek zanibe bê di rewşeke cuda de ew ê çi bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".