Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Heftiyê 100-150 kes bi goştê mirîşkê dikevin

Hat weşandin torsdag 11 maj kl 11.34
"Ya girîng paqijî ye"
(1:43 min)
Kyckling
Li gor salên berê gelek kes niha bi mirîşkê dikevin. Wêne: Poppe, Cornelius

Di zivistanan de heftiyê normal 25-30 kes li Swêdê bi goştê mirîşkan dikevin. Lê vê zivistanê heftiyê 100-150 kes pê ketiye. Sebeb bakteriya bi navê ’campylobacter’ e ku di mirîşkê de peyda dibe.

Anneli Carlander li Dezgeha Tendurustiya Gel (Folkhälsomyndigheten) kar dike. Ew dibêje:

– Mirov zêdetir havînan, gava ku germe bi mirîşkê dikeve û zivistanan hejmara kesên pê dikevin kêm dibe. Lê îsal zivistanê jî gelek kes nexweş diketin.

Eger goştê mirîşkan neyê qelandin an jî kelandin bakteriya Campylobacter dikare tê de hebe. Û gava mirov pê dikeve zikê mirov diçe, ûrê mirov diêşe, dilê mirov dixele û mirov dikare ta bigre. 

Anneli Carlander dibêje wan bang li firoşgerên mirîşkan kirine ku hay ji goştê xwe hebin, lê dibêje hin tiştên ku her malek dikare bike jî hene. Ew balê dikişîna ser giringiya paqijiya birêkûpêk, wek nimûne ku firax baş werine şuştin û dibêje gereke textikê ku mirov goşt û şînahî li ser hûr dike ne yek be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".