Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Farûq Taha nû hatiye Swêdê

”Ji 13 insanan ez ji mirinê filitîm”

Hat weşandin torsdag 11 maj kl 14.37
Farûq Taha: termê kurê min û jina min di destê min de bûn
(6:56 min)
.
Lorin Ibrahim Wêne: Kustbevakningen

Ji 13 kesan ew tenê ji mirina pêlên deriyaya spî ya navîn xilas bû. Wî hertiştê xwe li Şamê firot da xwe û malbatê bigihîne ba zarokên xwe li Swêdê. Tenê rêya li ber wan vekirî rêya avê bû.

Piştî demeke dirêj û têr nexweşî li Turkiyê, di 18 heyva yazdan 2016 Farûq Taha ku bi eslê xwe ji Qamişlo ye, biryar da ku rêya deryayê hilbijêre da xwe, hevjîna xwe û kurê xwe yê 12 salî bigihîne Swêdê. Di wê yaxta birêkûpêk de 13 penaber hebûn.

Lê ji ber pêlên bilind yaxt qulibî û ji wan 13 kesan tenê Farûq Taha ji mirinê filitî, bi xwe re term û ciseya kurê xwe û hevjîna xwe ji avê xilas kir.  

Li gor rêxistina navneteweyî ya bi navê Missing Migrant Project (IOM), ya li ser pirsa koçberên wendabûyî û nexuiyayî kar dike û herweha komîsyona bilind ya penaberan ya Neteweyên yekgirtî, UNHCR, tenê di 2016 de zêdî 5000 kesî jiyana xwe di deryaya spî ya navîn de ji dest dane ber bi rêya Ewrûpayê ve û jiyaneke hêja de.

Yên bi Farûq Taha re wê şevê siwar bûbûn û jiyana xwe ji dest dan çend ji wan e.

Lê gelo çi dihêle ku mirov vê rêya bixeter û bi tirsa mirinê hilbijêre? Farûq Taha dibêje rêyên din tune bûn û behsa zehmetiya bi rê de derbaskirin dike.

Rewşa malbata Farûq Taha li Şamê baş bû ta şer dest pêkir û roj bi roj jiyana wan bêhtir kete xeterê de. Tu çare li ber wan nema ji bilî revê.

Ev pênc meh in ku Farûq Taha li Swêdê nêzîkî zarokên xwe dijî û beriya çendekê îqame wergirt lê ew karesata giran şûn û şopa xwe di mêjî û dilê wî de kola ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".