Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêwendiya Akilov bi serokê cîhadîstên ozbekî re hebû

Hat weşandin fredag 12 maj kl 15.36
Ji Swêdê gelek kes endamên grûpa cîhadîst in
(1:40 min)
Abu Saloh, Rakhmat Akilov.
Wêne: Interpol/privat

Têkiliyên gumanbarê êrîşa Stockholmê Rakhmat Akilov, bi serokekî cîhadîstên ozbekî re hebû.

Di meha nîsanê de li navenda Stockholmê êrîşeke terorî pêk hatibû û tê de pênc kes hatibûne kuştin. Jin hingî ve Rakhmat Akilov, ê bi eslê xwe ji Ozbekistanê bi gumana ku ev êrîş pêk aniye girtiye.

Radyoya Swêdê ji nêzîk ve li tora Akilov a li ser înternetê meyizandiye. Yek ji van platforman malpereke rûsî ya bi navê Odnoklassniki ye. Di vir de hin grûp hene ku bi awayekî çalak propagandaya rêxistinên terorî yên mîna Daişê dikin, vîdyo û wêneyên pesindanê belav dikin. 

Di lêkolîna Radyoya Swêdê de tê dîtin ku par mijdarê Akilov dibe endamê grûpekê ji van ku hema hema tenê materyalên cîhadîstên ozbekîstanê tê de dihatine belav kirin. Û kesekî ku di vir de gelek propagandaya terorî belav dikir serokê cîhadîstên ozbekî yên li Sûriyê Abu Saloh bû. Ji ber gumana ku tiliya wî di çendîn êrîşên Rûsya û Kirgizîstanê de heye navê Abu Saloh di Interpolê de ye. 

Û ji xeyrî Akilov jî hin kesên din jî ji Swêdê hene ku endamên vê tora cîhadîst in. 

Derbarê van agahiyan de lêkolerê terorê Magnus Ranstorp dibêje ev şopeke pir balkêş e û ne êmin e ku meqamên resmî, mîna polîs bi vê yekê hesiya bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".