Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Dêûbavê zarokê.

Doza bizordestdanîna ser keça wan çûye dadgeha bilind

Hat weşandin fredag 12 maj kl 17.52
Dêûbavê zarokê: Keça me êsîr e.
(8:21 min)
Mehmet û Nalîn Kut.
1 av 2
Enligt socialnämndens ordförande Hans-Olof Frestadius (S) har språkförbudet införts av skyddsskäl. Wêne: Tomas Groop/ Sveriges Radio
2 av 2
Enligt socialnämndens ordförande Hans-Olof Frestadius (S) har språkförbudet införts av skyddsskäl. Wêne: Tomas Groop/ Sveriges Radio

Ev neh meh in keça wan ya şeş salî dûrî wan e. Daîreya pirsên civakî, Socialnämnden, li Sandviken keça wan bi zorê ji wan stand piştî ku keçik li pêşdibistanê gotibû kû dêûbavê wê li wê xistine. Nuha ev doz çûye dadgeha bilind ya îdarî.

Li gor Mehmet û Nalîn, dêûbavê zarokê neheqiyeke mezin li wan bûye, ew dibêjin keça me êsîr e.

Ji şeşê meha nehan 2016 de, keça wan ji wan hatiye standin û ta nuha hîna jî dûrî malê ye herçend ku dadgeha îdarî ya îstînafê, Kammarrätten, bizordestdanîna ser zarokê qebûl nekiriye. Lê daîreya pirsên civakî hilbijart ku biryara dadgehê îtîraz bike.

Dema ev keç ji pêşdibistanê hate birin 5 salî bû. Ji bilî wê daîreya pirsên civakî , Socialnämnden, biriyar da ku xwih û birayê wê yê ji wê mezintir jî bibin bi mebesta parastina zarokan ji şideta di malê de dibe.

Piştî biryara dadgeha îdarî ya îstînafê her du zarokên mezin berdan û li malê vegeriyan lê ya biçûk her dûrî malê ma û nuha daîreya pirsên civakî, Socialnämnden, biryara dadgehê îdarî ya îstînafê li ba dadgeha bilind ya îdarî, högsta förvaltningsdomstol, îtîraz kiriye.

Serokê daîreya pirsên civakî li Sandviken yê bi ser partiya Sosyaldemokratan de ye, Hans Olof Frestadius, dibêje ku mebesta wan parastina zarokê ji şidetê ye û dadgeh bi xwe ne yekdeng bû di vê pirsê de ji ber wê ev doz çû dadgeha bilind ya îdarî.

Derbarê pirsa min bê çima her du zarokên mezin li mal vegerandine eger bi rastî bi parastina zarokan û başiya wan di malê de difikirin, wiha got:

-Ez naxwazim bi taybetî behsa vê rewşê bikim lê bi giştî dibe ku bi taybetî zarokek di malbatê de rastî tadeyê bibe.

Li gor Mehmet zarokên wan, yên nuha di rewşeke nefî û psîkolojîk ya giran de ne dibêjin tu lêxistin li malê nebûye û êdî baweriya wî û Nalîn bi meqamên resmî û daîreya pirsên civakî, Socialnämnden, nema tê.

Ew nuha her serê du heftiyan karin zaroka xwe 2 saetan bibînin û wê demê divê tenê bi zimanê swêdî bi wê re bipeyivin. Li gor daîreyê da ku zanibin çi ji zarokê re dibêjin û ji bo parastina wê ye. Hans- Olof Frestadius ji daîreya pirsên civakî, Socialnämnden, careke din: 

-Bi giştî wisa ye da ku karmendên daîreyê fêhm bikin bê çi têne gotin û ji bo bandor li zarokê neyê kirin. Pirsa derbarê çima tercûmanek ne hilbijartine Fredtadius dibêje karmend bi xwe wê biryarê werdigirin.

Li gor Mehmet û Nalîn şertê ji wan têne xwestin da ku keça wan li wan vegere ew ku îtîrafê bikin.

Ya bi serê malbata Mehmet û Nalîn di nav xelkên Sandviken de deng ve daye û miletê Sandviken ji bo piştgîriya malbatê derketin xwepêşandaneke mezin li navenda bajarî. Ji bo dextdanîna ser daîreyê û meqamên resmî Mehemt û Nalîn herweha dora 3750 îzmeyî kom kirine û ji bo aliyên siyasî yên cuda û çapemeniya swêdî şandine.  

Wê dadgeha bilind ya îdarî di meha şeşan de biriyareke di vê dozê de bide û Mehmet û Nalîn di wê hêviyê de ne ku keça wan di demke nêzîk de li wan vegere.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".