Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Komputer û teknîk

Encamên êrîşa IT îro zelal dibin

Hat weşandin måndag 15 maj kl 10.17
Pisporê komputerê: Pêl lînken ku nenas dişînin nekin!
(1:58 min)
IT Cyberattack
Sîstemên komputerê yên nêzîkê 100 dewletî bûne hedefa êrîşan. Wêne: Øijord, Thomas Winje

Roja şemiyê Swêd jî di nav de li li seranserê cîhanê êrîşeke berfireh a sîberê, ango li ser înternetê pêk hat. Îro gereke encamên êrîşê kifş bibin.

Anders Ahlqvist komserê navenda sûcên teknolojiya ragihandina neteweyî ye.

Gelek kesan ji roja înê ve komputerên xwe venekirine. Û niha piştî vê êrîşê gava ew vedikin wê diyar bibe bi çi diqewime. 

Polîsê hevbeş ê Ewrûpa Europol dide zanîn ku tu caran êrîşeke ewqas berfireh a li ser înternetê nehatibû kirin. Vê êrîşê zerar daye bi sedhezaran komputer û bikarhênerên wan. Wek nimûne li Brîtanya wê tesîreke mezin li nexweşxaneyan kir, ameliyat hatine betal kirin û wê kir ku ambûlans herine adresên şaş. 

Ev êrîşa sîberî ya li ser înternetê bi taybetî bi riya mailan tê şiyandin. Di komputera ku rastî êrîşê hatiye de peyamek tê pêş ku dibêje ji bo ku mirov bikaribe belgeyên xwe veke gereke mirov heqekî bide. Ev heq jî bi pereyên bîtkon tê kirin, ku pereyek li ser înternetê ye û şopandina wê zehmet e. 

Pisporê ewleyiya teknolojiya ragihandinê Mikael Witt dibêje ev awayê belavkirina kodên bi zerar diyardeyeke nû ye. Û ji bo ku mirov hevza xwe jê bike gereke mirov lînk û pêvekên ku ji kesên nenas tê veneke.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".