Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ciwanên penaxwaz: Qanûna nû tevlîhev e

Hat weşandin måndag 15 maj kl 11.20
"Ez nizanim bê feydeyeke vê qanûna nû wê bide min an na"
(2:49 min)
Asylsökande lag gymnasium
Qanûna nû serê ciwanan tevlî hev kiriye. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Ji yekê meha şeş û pê de qanûneke nû ya demkî dikeve dewrê. Li gor vê qanûnê ciwanên penaxwaz ên ku diçine lîseyê wê bikaribin xwendina xwe biqedînin. Lê vê qanûnê serê ciwanan tevlî hev kiriye.

Ciwanên ku red ji wan re hatiye nizanin bê ew ê bikaribin xwendina xwe dewam bikin an jî dê werine dersînorkirin. 

Ramazan ji Efxanistanê ye. Halê hazir ew li Uppsala zimnên dixwîne û serî li lîseyê daye. Ew dibêje Daîreya Koçê red daye min û belkî du mehên din min bişînin. Lewra ez nizanim bê feydeyeke vê qanûna nû wê bide min an na.

Ciwanekî din ê ku ev du sal in li Swêdê ye û hêj mafê rûniştinê jê re nehatiye Rela Resûl e. Ew jî mîna Remezan dibêje nezelaliyek heye û ew nizanin bê paşeroja wan dê çawa be.

Ev gotinên Rela yê 17 salî bûn. Qanûna demkî ku behsa wê tê kirin çend caran ji nû ve hatiye formulekirin û versiyona dawî di 3ê gulanê de ji aliyê parlamenê ve hate pejirandin.

Anne Ramberg, sekretera giştî ya yekîtiya parêzeran e. Ew dibêje naveroka qanûnê bi xwe baş e, ew mecalê dide ciwanan ku bikaribin xwendina xwe dewam bikin. Bes dibêje digel guhertinên hatine kirin jî famkirina vê qanûnê zehmet e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".