Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doza 13 sal kevin jinûve vedibe

Hat weşandin tisdag 16 maj kl 10.27
"Dadgeh dişibine nesîb"
(1:42 min)
Kaj Linna Umeå rättegång Kalamark
Doz li Dadgeha Îtinafê ya Umeå tê dîtin. Wêne: Rolf Höjer / TT

Berya 13 salan li Kalamark kesek hate kuştin. Salekê piştre ji ber vê kuştinê Kaj Linna hate girtin û ji hingî ve di zindanê de ye. Lê dibe ku ew bi şaşî hatibe gunehbar kirin û îro mehkemeya vê dozê cardin tê kirin.

Û Kaj Linna bi xwe heta radeyekê bi hêvî ye.

Ez li bendê me ku beraat bikim û werime berdan. Lê helbet ev ne ji sedî sed e. Ji ber bi qasî ku min fam kiriye dadgeh weke nesîb, weke pîyango ye.
Belê, di sala 2004ê de bû. Roger Lindberg li axureke gundekî bi navê Kalamark ku dikeve bakurê Swêd de hate kuştin. Birayê kesê kuştî jî di nav nivînan de hate lêxistin. Û sala piştre Dadgeha Îstinafê ya Norrland ji ber vê kuştinê Kaj Linna sûcdar kir. Bes ev hukimdan bêyî delîlên teknîkî hate dayin û lewra rastî gelek rexneyan bûye. 

Îcar îro mehkemeya ku jinûve li dozê binêre cardin li Umeå dest pê dike. U lewra Kaj Linna dibêje ew bi heyecan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".