Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji ber şewatê stargehên penaberan hatine vala kirin

Hat weşandin onsdag 17 maj 2017 kl 10.01
Polîs li ser şewitandina biqesd disekine.
(1:08 min)
Branden vid Folkets Park i Växjö.
Agir li Folkets Park li Växjö. Wêne: Fredrik B Ekdahl/Sveriges Radio.

Doh bi şev li başûrê Swêdê, li Borrby, Målilla û Växjö ji ber agir stargehên penaberan hatine vala kirin.

Pêşî li dora 00:43 li Målilla cihê ku penaber lê dimînin stargeha Moliljan şewitî. Hin ji kesên li vir dimînin ji ber dû aciz bûne, lê tedawiyê hewce nekiriye. 100 penaberên ku li vir diman ji avahiyê hatine derxistin. Ev cara duyan e ku agir bi vê stargehê dikeve.

Li dora saet 2ê şevê jî ji Borrby nûçeya şewatê hat. Li vir agir bi salona xwarinê ket û kesek ku li wir dimîne berî tîma vemirandina agir were karî agir bitefîne.

Li Växjö jî li dora saet 2an agir bi Folkets park ket û ji ber vê stargeha penaberan a di rex de Butapalats ku 200 penaber lê dimînin hate vala kirin.

Polîs di her sê bûyeran de jî li ser îhtimala şewitandina biqeds bisekine û lêkolînê dike ka têkiliyek di navbera van şewatan de heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".