Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner på Cementa industri med kraftig rökutveckling. Räddningsledaren uppmanar alla i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Gotland.
(Publicerat igår kl 19.24)

Endamê Moderatan diçe nav Demokratên Swêdê

Hat weşandin onsdag 17 maj kl 11.03
"Di nav Moderatan de yên weke min difikirin gelek in."
(1:33 min)
Serokê Partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson slavê dide Patrick Reslow.
Serokê Partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson slavê dide Patrick Reslow. Wêne: Henrik Montgomery/TT

Endamê parlamena Swêdê yê ji Partiya Moderatan Patrick Reslow partiya xwe diguhere û diçe nav Demokratên Swêdê.

Serokê partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson û Patrick Reslow ev îro di civîneke çapemeniyê de eşkere kirin.

Patrick Reslow dibêje partiyek ku li gor fikr û daxwazên min tevdigere heye û ez bawer dikim gelek kesên din jî piştgiriya wan dikin.

Dema em dibînin ka siyaseta wergirtina penaberan çawa li xizmeta ji bo ixtiyaran, tenduristiyê û dibistanan dixe aciziyek me digire û ez bawer dikim di nav Moderatan de gelek kesên din jî hene ku weke min difikirin û dixwazin werine nav Demokratên Swêdê.

Reslow 47 salî ye û ji sala 2010an ve ye ku weke nûnerê Malmö ji Partiya Moderatan endamê parlamena Swêdê ye.

Şîrovekarên siyasetê vê guhertinê ji bo Moderatan weke kêmasiyekê dibîbin.

Şîrokevakarê siyaseta hundir ê Radyoya Swêdê Tomas Ramberg dibêje ev prestîja seroka Partiya Moderatan Anna Kinberg Batra ku ji xwe kêm bûye kêmtir dike.

Ramberg dibêje alîgirên Moderatan bi piranî diçine nav Partiya Navendê û vêga jî endamekî partiyê diçe nav Demokratên Swêdê. Em ê bibînin ka hin endamên din jî dê dev ji partiyê berdin, lê ji xwe dîsa jî ev ê ji bo zerarê bide rêveberiya Partiya Moderatan bes be.

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".