Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zehmet e penaberên Sûrî li Swêdê bigihine malbatên xwe

Hat weşandin onsdag 17 maj kl 13.46
”Destê me li ser dilê me ye ku ev ê zehmettir bibe.”
(4:39 min)
Flyktingar på Jägersrovägen i Malmö.
Wêne: Drago Prvulovic/TT

Kesên ji Sûrî ku heqê wan heye werin li Swêdê bigihine malbata xwe ji ber dorên dirêj ên hevdîtinên li sefaretên Swêdê zehmetiyan dikişînin.

Patric Nilsson li wezareta derve sekreter e. Ew dibêje ev rewşeke ne asayî ye û em ji vê ne qayîl in.

Ji bo kesên dixwazin li Swêdê bigihine malbatên xwe karibin werine vir divê ew li sefareteke Swêdî herina hevdîtineke mecbûrî.

Ji ber ku Sûdan ji hevwelatiyên Sûrî vîzeyê naxwaze meha yekem a îsal wezareta derve ya Swêdê biryar da ku kesên ji Sûrî ku dixwazin werin li Swêdê bigihine malbatên xwe dê karibin herin li paytexta Sûdanê li Xertûmê hevdîtina mecbûrî pêk bînin.

Radyoya Swêdê berî niha bi lêkolînên xwe nîşan dabû ku wezareta karên derve bi gelek biryarên xwe serîlêdanên kesên dixwazin bigihine malbatên xwe zehmet dike.

Swêdê îmkana hevdîtinên mecbûrî li welatên ku daxwaza vîzeyê ji hevwelatiyên Sûrî dikir dida. Ji ber vê jî kesî nikarîbû serîlêdanan pêk bîne. Lê peyre îmkanek ji bo Sûdanê hate çê kirin ku daxwaza vîzeyê nake.

Lê li wir jî heta dora hevdîtinê were demên dirêj derbas dibin. Kesê ku li dorê tê bi cih kirin hevdîtinê 8 mehên din pêk tîne. Di heman demê de hê 2 500 serîlêdanên daxwaza hevdîtinê hene ku sefareta Xertûmê hê bersiva wan nedaye. Ku wisa berdewam bike heta kesek bigihe malbata xwe 2 sal dikare derbas bibe.

 Patric Nilsson dibêje ew hewl didin vê demê kurt bikin.

Me niha hejmara personel zêde kiriye. Me herwiha personel ji herêman jî girtine û em ê ji Swêdê jî personelê demkî bişînin.

Gelek ji kesên ku li hêviya dora xwe ne di rewşên xerab ê şer de dijîn. Ji Amnesty hiqûqzan Madelaine Seidlitz dibêje ev fikaran çê dike.

Ew dibêje ev a ku dora hevdîtinê ji bo kesên mexdûr ên di rewşên birîsk û xerab de ku ne karin debara xwe ya rojane bikin ne jî stargeheke wan heye tişteke gelekî cidî ye.

Vê payîzê Swêd li Libnanê sefaretekê vedike, lê li wir kesên ji Sûrî yê nikaribin serîlêdanên gihîştina malbata xwe pêk bînin.

Madelaine Seidlitz rexneyan li vê dike.

Ew dibêje ku bersivek neyê dan ka Swêd çima nahêle serîlêdan li Libnanê werine kirin em ê bawer bikin ku armanc kêmkirina kesên dixwazin werin li Swêdê bigihine malbatên xwe ye.

Patric Nilsson bersiveke zelal nade ka çima Swêd îmkaneke wiha li Libnanê çê nake. Lê ew dibêje em ê li gor rewşê personelê sefareta Xertûmê zêde bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".