Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi milyonan zarok bûne penaber û her zêde dibin

Hat weşandin torsdag 18 maj kl 09.54
”Çîrokên wan ên ecêb xerab hene.”
(2:38 min)
Piraniya zarokên ku ser Deryaya Navîn re têne Ewropayê bi tenê ne.
Piraniya zarokên ku ser Deryaya Navîn re têne Ewropayê bi tenê ne. Di wêne de zarokekî ji Sûrî ku ser deryayê re gihaye Yûnanistanê. Wêne: Alexander Zemlianichenko

Zarokên penaber her ku diçe zêde dibin û îro li gor sala 2010an 5 caran zêdetir bûne. Ev di rapora rêxistina mafê zarokan a Neteweyên Yekgirtî Unicefê de tê pêşkêş kirin.

Bi milyonan zarok ji ber şer û nakokiyan mecbûr mane ji mal û welatên xwe birevin û ji van bi sedhezaran bêyî dêûbav in.

Ji 10 zarokên ku ser Deryaya Navîn (Deryaya Spî) re hewl didin bigihe Ewropayê tenê yek bi kesekî temengihîştî re tê.

Serhiqûqzana beşê swêdî yê Unicefê Christina Heilborn dibêje ev zarok li ser rêyan rastî destdirêjî û şideta mezin tên.

Gelek zarokên penaber bi tecawiz, lêdan, şixulê bizorê rû bi rû dimînin. Çîrokên wan ên ecêb xerab hene. Gelek zarok li Libyayê li parastingehên ku di eslê xwe de girtîgeh in têne heps kirin.

Christina Heilborn qala keçeke 13 salî ku ew berî çend heftiyan li Sicîlyayê rastî wê hatiye dike. Ew dibêje ew hatibû tecawiz kirin û êdî dest bi xwefiroşiyê kiribû. Ew di nav trawmayeke kûr de bû.

Heilborn dibêje zarokên penaber tim bi tirsa qaçaxçiyan dijîn. Ji ber deynên qaçaxçiyan tim fikar û tirseke diyar li ser wan heye.

Heftiya pêşiya me 7 serokên herî mezin ên cîhanê, koma G7 li Îtalyayê dicivin û Unicef peyamekê li ser zarokên penaber ji wan re dişîne.

Ji aliyê Unicef ve tê diyar kirin ku zarok zarok e û divê ew ji şidetê werine parastin. Nabe ew li girtîgehan werine heps kirin û divê îmkan werina afirandin da malbat bi hev re bimînin. Unicef van weke şert li ser serokên cîhanê yên herî bihêz dideyne.

Christina Heilborn rexneyan li siyaseta nû ya Swêdê ya li ser penaber dike. Ew dibêje mafê rûniştinê yên demkî zehmet dike malbat li Swêdê bigihine hev û ew mecbûr dimînin zarokên xwe ser Deryaya Navîn re li gemiyên neewle siwar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".