Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi xêra penaberên afgan cricket li Swêdê mezin dibe

Hat weşandin torsdag 18 maj kl 12.58
"Tên stresa penaberiyê ji ser xwe diavêjin."
(1:52 min)
Cricketspelande personer på Balsta IP.
1 av 3
Lîstika cricketê li Balsta IP. Wêne: Henrik Säll/Sveriges Radio.
Arif Afzalzada yek ji kesên tîma cricketê ya ANFF ava kiriye ye. Wêne: Henrik Säll/Sveriges Radio.
2 av 3
Arif Afzalzada yek ji kesên tîma cricketê ya ANFF ava kiriye ye. Wêne: Henrik Säll/Sveriges Radio.
Fayaz Emtiaziyê 17 salî ji Afganistanê ye û bi xêra cricket li Swêdê heval peyda kirin. Wêne: Henrik Säll/Sveriges Radio.
3 av 3
Fayaz Emtiaziyê 17 salî ji Afganistanê ye û bi xêra cricket li Swêdê heval peyda kirin. Wêne: Henrik Säll/Sveriges Radio.

Cricket yek ji lîstikên ku li Swêdê herî bi lez mezin dibe ye. Ev bi xêra penaberên ciwan ên ji Afganistanê ye ku yek ji welatên cricket lê binavûdeng e.

Fayaz Emtiaziyê 17 salî dibêje maneya lîstika cricketê ji bo min mezin e. Min berî du salan li vir dest bi lîstikê kir. Berî vê min li Eskilstuna kes nas nedikir, lê vêga 15-20 kesan nas dikim. Ev ji bo min baş e.

Li gor hejmarên federasyona cricketê li Swêdê van 5 salên dawî hejmara rêxistinên cricketê ji 14an derketiye 61.

Yek ji van Rêxistina aştiyê ya neteweyî ya afganan (Afghan national fred förening, ANFF) e ku li Eskilstunayê hatiye damezrandin. Ev rêxistineke kulturî bû di serî de, lê wan herwiha tîmeke fûtbolê heye û sala 2014an tîmeke cricketê jî ava kirin.

Piştî ku penaberên ku li Hotell Eskilstunayê dimînin daxwaz kirine ev tîma cricketê hatiye ava kirin. Vêga hem ji Eskilstunayê hem jî ji derveyî vê parêzgehê ciwan tên li vir dilîzin. Piraniya wan penaberên zarok ên bi tenê û kesên nûhatî ne.

Arif Afzalzade yek ji wan kesan e ku tîma cricketê ava kiriye. Ew dibêje ciwan têne vir dilîzin, bêhna xwe diberdin û stresa ku ji ber qonaxa serîlêdana penaberiyê tê ji ser xwe diavêjin. Ev ji bo wan baş ne, naxwe wekî din depresyon wan digire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".