Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Herdu bira li ser kuştina Kevin diaxivin

Hat weşandin fredag 19 maj kl 09.50
"Em vêga dikarin di jiyanê de dest bi beşekî nû bikin."
(2:09 min)
Herdu bira Robin û Christian.
Herdu bira Robin û Christian di civîna çapemeniyê de. Wêne: Noella Johansson

Herdu birayên ku sala 1998an weke kujerên Kevinê 4 salî hatibûne nîşan dan îro civîneke çapemeniyê li dar dixin. Ew bi vê çîroka xwe ya li ser bûyerê dibêjin.

Kanala SVT belgefîlmek li ser xebat û raporên polîs ên li ser bûyera kuştina Kevinê 4 salî ya li Arvikayê çê kiribû û di encamê de kêmasî û şaşiyên mezin derxistibû holê. Vê kir ku pêşlêkolîna li ser bûyerê careke din hate vekirin.

Bi taybetî rexneyên mezin li ser îfadegirtina herdu birayan tê kirin ku hingî 5 û 7 salî bûn.

Herdu bira heta niha tenê di bernameya SVT Dokument inifrån de axivîne û wekî din hevpeyvînên çapemeniyê red kirin.

Lê îro berî nîvro ew li Stockholmê civîneke çapemeniyê li dar dixin da li ser bûyerê biaxivin.

Herdu bira Robin Dahlén û Christian Karlsson bi dêûbavê xwe re pirsên çapemeniyê dibersivînin. Robin dibêje dema ew bi vê bûyerê re rû bi rû man ew gelekî biçûk bûn û wan peyre cidiyet û nexweşiya van îdiayên li ser wan fêm kirin.

Christian piştî civîna çapemeniyê ji kanala Radyoya Swêdê ya Värmlandê re dibêje ew spasiyên mezin ji bo pêşkêşvanê bernameya SVT Dan Josefsson re dike. Ew diyar dike ku bi xêra vê êdî ew dikarin beşekî nû di jiyana xwe de bidine dest pê kirin.

Dêûbav jî diyar dikin ku ew bi belgefîlma kanala SVT kêfxweş in ku kêmasî û şaşiyên lêkolîna polîs nîşan daye. Ew dibêjin barek ji ser milên wan rabûye.

Kevin di havîna sala 1998an de li nêzîkê bajarokê Arvikayê li ber golê xeniqandî hatibû dîtin. Herdu birayên 5 û 7 salî gotibûn wan Kevin kuştiye û bûyer wiha hatibû qebûl kirin.

Vêga polîs pêşlêkolîna li ser kuştina Kevin careke din dimeşîne da kujerê rast bibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".