Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Julian Assange li Swêdê tê azad kirin

Hat weşandin fredag 19 maj kl 11.19
"Îmkana berdewamkirinê nemaye."
(1:31 min)
Damezrênerê Wikileaksê, Julian Assange.
Damezrênerê Wikileaksê, Julian Assange. Wêne: TT

Julian Assange ji biryara tewqîfkirinê ya ji ber gumanên tecawizê tê azad kirin. Ev ji aliyê dozgera bilind Marianne Ny li Dadgeha destpêkê ya Stockholmê tê pêşkêş kirin.

Julian Assange, damezrênerê Wikileaksê, sala 2010an xiyaben ji ber gumana tecawiz û zorlêkirinê li Swêdê hatibû tewqîf kirin.

Dozgera bilind Marianne Ny dibêje ku êdî ti îmkanên pêşvebirina vê lêkolînê nemane û ji ber biryarên ku Dageha Bilind berî niha dane êdî biryara tewqîfkirinê ne minasib e. Loma lêkolîn û biryara tewqîfê tê rakirin û emrê girtina wî ya li derveyî Swêdê jî betal dibe.

Assange li Ekwadorê weke penaber hatiye qebûl kirin û ji sala 2012an ve li sefareta Ekwadorê ya li Londonê dimîne.

Berî 6 mehan dozgeran îfadeya Assange li Londonê girtibûn. Dozgera bilind Marianne Ny dibêje ji bo doz berdewam dike divê bi awayekî resmî gumanên sûc ji Assange bihatane ragihandin.

Hêvî ew bû ku ev ragihandin ê di dema îfadegirtina li Londonê de bihata kirin, lê Assange nexwest ji bo vê hevkariyê bike. Ango ragihandina gumanan qebûl nekir.

Heye bi vê re êdî Assange karibe ji sefareta Ekwadorê ya li Londonê derkeve ku ev 5 sal in lê dimîne.

Lê gumanên tecawizê di eslê xwe de ji ser Assange nerabûne. Guman sala 2020an ji ber wext betal dibe û heta hingî ku Assange were Swêdê ew dikare were girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".