Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Komeleyek ji ber alaya PKK ji festîvalê hate avêtin

Hat weşandin fredag 19 maj kl 17.00
”Par û îsal alaya PKK hate gilî kirin.”
(4:15 min)
Alaya PKK.
Alaya PKK. Wêne: PETROS KARADJIAS/TT/AP

Şaredariya Göteborgê ji ber alaya PKK hildane festîvalê li komeleya kurdî qedexe dike.

Ev 17 sal in ku li Biskopsgårdenê li Göteborgê festîvaleke bi navê Roja Biskopsgårdenê tê li dar xistin. Komeleya kurd jî hersal beşdarî vê festîvalê dibe.

Îsal festîval dawiya heftiya buhurî 13 gulanê bû û NCDK (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) jî bi koma xwe ya bi navê ”Kurdiska kvinnor för integration” ango jinên kurd ji bo entegrasyonê konê xwe vedabûn. Alaya PKK jî bi kon ve hildabûn.

Piştî festîvalê serokê encûmena kulturê yê herêma Västra Hisigen Michael Göransson e-nameyekê ji berpirsên komeleyê re dişîne û tê de dinivîse ku êdî komeleya wan ê nikaribe beşdarî vê festîvalê bibe ji ber ku wan alaya PKK hildaye ku li gor Yekîtiya Ewropayê û Swêdê rêxistineke terorîst e.

Serokê encûmena kulturê yê herêma Västra Hisingen Michael Göransson dibêje koma jinên kurd par jî alaya PKK bi konê xwe ve kiribûn û me ji wan re gotibû ku ev ne rast e divê ev hew vê bikin û wan jî ev qebûl kiribû. Lê îsal dîsa al hildan û wê demê me jî biryar da ku em ê sala pêşiya me cih nedine wan ji ber ku em naxwazin bi sembola rêxistineke terorîst re werine elaqedar kirin.

Lê hevserokê NCDK yê Göteborgê Apo Devecî dibêje ev ne îsal tenê ye em alaya PKK hildidin. Hersal em li vê çalakiyê ne û hersal alaya PKK bi konê me ve ye.

Michael Göransson dibêje haya wî bi xwe ji ala û sembolan nîne û wî alaya PKK jî nas nedikir, lê par hin kesan bi mailekê gilî kirin û gotin ku ev alaya PKK ye.

Göransson dibêje par û îsal çend kesan bala min kişande ser vê û ji min re nivîsin û bi wêne nîşan dan ku ev alaya PKK ye.

Li gor hevserokê NCDK biryara hatiye dan ne di cih de ye û neheqî li wan tê kirin.

Göransson bi xwe dibêje di eslê xwe de wî tiştên baş li ser koma jinan a komeleya kurd bihûstine, lê eger ew bêjin hildana alaya PKK ji hevkariya bi şaredariya Göteborgê re girîngtir e wê demê ew zanin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".