Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdîyê ku li Tirkiyê girtî ye îro têne îfadekirin

Hat weşandin måndag 17 juli kl 14.04
Jina yê girtî:"Ev demeke zehmet e ji bo min"
(2:03 min)
.
Wêne: OZAN KOSE

Beriya du heftiyan swêdiyek li gel neh kesên din li Turkiyê hatin girtin. Îro wê yê dozger li Turkiyê swêdiyê girtî îfade bike û piştre biriyarê bide eger wî serbest berdin yan wî mehkeme bikin.

Ji dema ev swêdî hatiye girtin destûra wî nedane bi kesekî re biaxive ji bilî parêzerê wî. Jina wî ji beşê nûçeyên Radyoya Swêdê, Ekot, re dibêje ev demeke gelekî zehmet e ji bo min û roj li ber min wenda bûne.

Ev swêdî li Turkiyê bû bi mebesta perwerdekirina çalakvanên mafê mirovan li Turkiyê. Nuha ew û neh çalakvan li gel serokê rêxistina mafê mirovan Amnesty yê Turkiyê bi gumana endametiya di rêxistineke çakdar ya terorîstî de hatine girtin.

-Jina swêdî yê girtî dibêje ew li wir bû ji ber temrînên totînî ji bo heşt çalakvanan ji rêxistinên cuda li Turkiyê, bi giranî li ser ewleyiya dîjîtal.

Bi rêya parêzerê wî nuha jina wî bi rewşê zane. Ew di zindanê de bi kesên din re, di nav wan de endamên rêxistina terorîstî ya Daiş jî hene. Jina wî dibêje erê ew bi qewet e lê diyar e di van rojan de nexweş ketibû û wî biribûn ba doktor. Yê doktor tenê jê pirsî bû eger rastî lêxistinê bûye.

Nediyarbûna rewşê jina wî nearam dike. Dezghên turkî heftiya çûyî biriyara dadgehkirinê heftiyekê dereng xistin û nuha nizanin wê rewşa wî çawa be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".