Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tirkî dest daniye ser dêr û goristanên suryaniyan

Hat weşandin måndag 17 juli kl 15.01
"Dewlet dixwaze suryaniyan ji rayên wan qut bike."
(3:33 min)
kyrka
1 av 2
Dêreke suryaniyan li Mêrdînê. Wêne: flickr.com/maarten, (CC BY 2.0)
Katibê sefereta tirk Naci Yildiz û endamê parlamenê yê suryanî Robert Halef. Wêne: Besir Kavak/SR
2 av 2
Katibê sefereta tirk Naci Yildiz û endamê parlamenê yê suryanî Robert Halef. Wêne: Besir Kavak/SR

Dewleta tirk dest li ser dêr û goristanên li gundên  suryaniyan daniye. Suryaniyên Swêdê bifikar in û ji bo guhertina rewşê hêviya alîkariyê ji Swêdê dikin.

Robert Halef bi xwe suryanî yê û ji Partiya Demokratên Xirîstiyan endamê parlamena Swêdê ye. Ew dibêje ev ji bo me gelekî girîng in. Ev dîrok û kultura me ne. Delîlê hebûna me ya li herêmê ne.

Dema sala 2012an statûya şaredariya Mêrdînê hate guherdin û bû bajarê mezin ango bi tirkî ”büyük şehir” statûya gundên derdorê jî guherî.

Heta hingî dêr û goristanên li gundên suryaniyan weke malê hevbeş li ser gundan nivîsî bûn. Lê piştî guhertinê ji ber ku wesfê gund nema dewleta tirk dest li ser nêzîkî 50 dêr û goristanan û axa bi wan ve danî.

Vêga diyasporaya suryanî ya li Swêdê hewl dide da ku ev dêr û goristan ji dewletê werine standin û li ser weqfên suryaniyan werine qeyd kirin.

Robert Halef dibêje li gor min dewleta tirk dixwaze bi derbeke dawîn suryaniyan ji rayên wan qut bike. 

Halef dibêje vêga ti heqê suryaniyan li ser vî malûmilkî nemaye û êdî ji bo suryanî karibin van dêran bi kar bînin, ango ayînan lê çê bikin, ew destûrê ji dewletê bistînin.

Li gor suryaniyan ev dêr dê li ser Weqfa Diyanetê ya tirk werine qeyd kirin. Lê ji sefareta Tirkiyeyê ya Stockholmê Naci Yildiz dibêje ev ne mumkin e ji ber ku Diyanet nikare bibe xwediyê malûmilk.

Li gor peymana Lausanneê ku weke peymana damezrandina dewleta tirk tê dîtin suryanî yek ji kêmneteweyên Tirkiyeyê ne û divê ji aliyê dewletê ve werine parastin.

Di rewşên normal de dêr û erdên suryaniyan li ser weqfên wan qeydkirî ne û bi vê rêyê ji aliyê suryaniyan bi xwe ve têne bi rê ve birin. Lê ev dêr û goristanên ku dewletê vêga dest li ser daniye li ser ti weqfan ne qeydkirî ne û li gor hiqûqzan û avûkat Erkan Metin problem li vir dest pê dike.

Erkan Metin dibêje ku neyta dewletê baş biya wan ê ev dêr û goristan li ser weqfa Mor Gabriel qeyd bikira. Ew diyar dike ku ji bo damezrandina weqfekê ku dikare van dêran li ser xwe qeyd bike hewl hatine dan, lê dewletê ji bo vê jî zehmetî derandine.

Robert Halef ku ji Partiya Demokratên Xirîstiyan endamê parlamenê ye hewl dide da li Swêdê balê bikişîne ser mijarê. Ew hêvî dike Swêd bi rêya têkiliyên xwe yên bi Tirkî re dê karibe ji bo çareseriyekê alîkariyê bike.

Hêjayî gotinê ye ku sala 2012an dewletê dest danî ser piraniya malûmilkê li ser weqfa Mor Gabriel û hê jî ji sedî 80yî weqfê di destê dewletê de ye. Doz û giliyên ku suryaniyan ji bo malûmilkê Mor Gabriel bi paş de bistînin vekirine hê jî berdewam dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".