Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarokên dibine hevwelatî mafê anîna dêûbavên xwe winda dikin

Hat weşandin fredag 4 augusti kl 09.32
"Min zanîbane min qet serî ji bo vê lê nedida"
(2:00 min)
.
Ahmed Al Abbasi.

Zarokên ku bi tenê têne Swêdê û li vir dibine hevwelatî ango cinsiyetê distînin nikarin dêûbavên xwe bînine cem xwe.

Karin Gyllenring avûkat û pispora mafê penaberiyê ye. Ew dibêje bi ya min ecêb e dema mirov dibe hevwelatiyê Swêdê rewşa mirov ji yên ku ne hevwelatiyên Swêdê ne xerabtir dibe.

Karin Gyllenring dibêje carinan ji ber vê kêşeyê em ji miwekîlê xwe re dibêjin serî li hevwelatîbûna Swêdê nedin.

Li gor qanûna biyaniyan a Swêdê tenê zarokên biyanî ango zarokên ku ne hevwelatiyê Swêdê ne û nezewicî ne dikarin dêûbavên xwe bînine cem xwe.

Dema mirov hevwelatiya swêdî distîne mirov hew weke biyanî tê hejmartin û wê demê li gor qanûnê mafê wan nîne ew dêûbavên xwe bînine Swêdê cem xwe.

Li gor Karin Gyllenring ev qanûn  li dijî hiqûqa gelan û Konvensiyona Ewropayê ye.

Ahmed al-Abbasi filistînî ye, lê temamê jiyana xwe li Sûriyeyê maye. Ew 18 salî ye û berî 2 sal û nîvê hatiye Swêdê. Ji ber ku ew bêdewletê ew piştî du salan bûye hevwelatiyê Swêdê. Lê vêga ew nikare dêûbavê xwe bîne cem xwe.

Ew dibêje ku min nizanîbû hevwelatîbûn dikare vê bi min bike. Min zanîbane ez qet nedibûme hevwelatiyê Swêdê.

Herwiha Dadgeha bilind a koçê, Migrationsöverdomstolen bi biryareke mînak pejirandiye ku li gor qanûnê tenê kesên biyanî dikarin xizmên xwe bînine cem xwe.

Ingela Fridström li Stockholmê li Dadgeha îdarî ya îstinafê ya li ser Dadgeha bilind a Koçê cîgira serok e. Dadgera ku ev biryar daye ew e. Ew dibêje ji ber zelaliya qanûnê me nikarîbû biryareke din bide.

Ji ber ku di biryara Daîreya Koçê de sedema redê nayê diyar kirin nayê zanîn ka çend kes ji ber vê qanûnê mexdûr bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".