Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Di serî de haya min ji rewşê nebû"

Hat weşandin fredag 4 augusti kl 13.38
"Em ê xebatên xwe bispêrine swêdiyan"
(2:13 min)
Jonas Bjelfvenstam
Jonas Bjelfvenstam. Wêne: Stina Stjernkvist/TT

Rêveberê giştî yê nû yê Daîreya Veguhastinê Jonas Bjelvenstam radigihîne ku ji payîzê û pê de agahiyên daîreyê dê ji aliyê personelê piştraskirî ve were meşandin.

Piştî skandala ewlehiya databasê hikûmetê temamê rêveberiya Daîreya Veguastinê ji kar avêt û emir da ku divê daîre bi xwe lêkolînekê çê bike ka çi agahî bi awayekî şaş hatine bi rê ve birin û ji bo di pêşerojê de ev dubare nebe divê çi tedbîr werine girtin.

Jonas Bjelfvenstam rêveberê nû yê Daîreya Veguhastinê ye. Dema meha yekem Maria Ågren ji kar hate derxistin wî şûna wê girt. Bjelfvenstam dibêje ez hem lêkolînên ku em dikin hem jî yên ku ji derve ve têne kirin baş dibînim

Ji ber krîzê Bjelfvenstam bi dest xwe re dest bi kar kir. Ew dibêje di serî de wî  nizanîbû çima Maria Ågren ji kar hatiye derxistin.

Ew dibêje min tenê zanîbû ku hin problemên ewlehiyê yên ji ber spartina databasê hene.  

Daîreyê agahiyên kesane jî tê de xebatên li ser databasa xwe dawiya sala 2015an sparte şirketa IBM. Xebatê vê şirketê ji aliyê personelê ji welatekî li rojhilatê Ewropayê ve dihate meşandin ku ewlehiya wan nehatibû piştrast kirin.

Bjelfvenstam diyar dike ku vêga kontrola wî ya li ser rewşê baştir e û daîre baş dizane ka çi agahî hesas û veşartî  ne. Li gor wî dema daîreyê agahiyên xwe spartina şirketa biyanî haya wan ji vê nebû.

Hê jî agahiyen daîreyên ji aliyên heman şirketê ve li derveyî Swêdê têne bi rê ve birin. Lê Bjelfvenstam dibêje destûra wan a dîtina agahiyên hesas nîne, lê hedefa wan dîsa jî ew e ew vî karî li Swêdê ji aliyê personelê swêdî ve bidine meşandin.

Jonas Bjelfvenstam dibêje heta vê payîzê em ê bikin ku xebatên ser agahiyên daîreyê ji aliyê personelê kontrolkirî ve werine meşandin.

Ew herwiha diyar dike ku elaqeya mezin a medyayê ya li ser vê skandalê ew hinekî ecêbmayî kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".