Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

200 000 nasname hatine dizîn

Hat weşandin måndag 7 augusti kl 10.06
Divê mirov hay ji kodên xwe hebe.
(2:29 min)
Bankkort, näthandel
Îmkanên mirov nasnameya xwe biparêze hene. Wêne: Marcus Ericsson/TT

Di vê sala dawî de nasnameyên 200 000 kesî bi awayekî ji wan hatine dizîn. Yên ku nasnameyan didizin hewl didin bi van nasnameyan tiştan bikirin û sextekariyan bikin.

Ingegerd Widell li dezgeha qeyda nifûsê kar dike û ew rastî gelek mexdûran hatiye.

– Kesên ku nasnameyên wan hatine dizîn behs dikin bê ev serpêhatiyeke çiqas nexweş e û bê çiqas wextê wan pê re diçe heta ku ew şîrket û dikandaran qanî dikin ku nasnameya wan hatiye dizîn.

Lêkolîna bê hersal nasnameya çend kesan ji wan tê dizîn Sifo dike. Wextê mirov bi par re dide ber hev di nav vê sala dawî de hejmara van sextekariyan bilindtir bûye. Ji %2.8ê kesên li Swêdê didine zanîn ku nasnameya wan bi awayekî hatiye dizîn. Û dizî piraniya caran bi riya înternetê tê kirin.

Rêxistineke ku li hemberî sextekariyên wiha agahiyan dide û xelkê hişyar dike Komeleya Parastina li hemberî diziyê, Stöldskyddsföreningen e. Lina Nilsson ku li komeleyê çalak e dibêje ew hem hewl didin rê nîşanî xelkê bidin bê eger ew rastî diziyê hatibin dikarin çi bikin hem jî mirov bi giştî çawa dikare xwe biparêze.

Û çend ji tedbîrên sereke ev in:

  • Koda telefon û kompûtera te bila saxlem be.
  • Nameyên te bila ne weke kaxez lê dîjîtal ji te re werin.
  • Kaxezên ku zanyariyên te yên bankê li ser neavêje çopê.
  • Hesabê xwe yê bankê nede kes an jî ciyekî tu jê neewle.

Lê eger hat û dîsa jî nasnameya mirov hate dizîn sîgortaya malê tezmînata xisara mirov dide. Û Lina Nilsson dibêje ji bo pêşlêgirtina van sextekariyan dewamî tedbîrên nû têne girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".