Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Navê wî di Interpolê de bû.

Tirkekî ji Swêdê li Spanya hate girtin

Hat weşandin måndag 7 augusti kl 16.26
"Tirkî xwest û Spanya ew girt"
(0:55 min)
Spanien, Barcelona, Interpol, Turkiet
Li balafirgeha Barselona, di kontrola paseportê de zilam hatiye girtin. Wêne: Pedersen, Terje

Nivîskarekî 59 salî ku welatiyê Swêdê ye li Spanya hatiye girtin. Hevjîna wî dibêje li ser daxwaza Tirkî ew girtine.

Roja pêncşemê zilamê 59 salî hewl daye ku ji Barselona derbasî Londonê bibe, lê ew li balafirgeha Barselona tê girtin. Hevjîna wî ji ajansa nûçeyan TT re dibêje Tirkî navê zilamê wê daye Interpolê û Sipanya li ser daxwaza Tirkî ew girtiye. 

Kesê 59 salî ji salên 1980î ve li Swêdê dijî. Ew hem hevwelatiyê tirkî hem jî yê Swêdê ye. Ew weke rexnegirekî rejima Tirkî tê nas kirin û di kovareke çepgir a Tirkî de rojnamevaniyê dike. Malbata wî ji TT re radigihîne ku ew ditirsin Spanya wî teslîmî Tirkî bike. 

Wezareta Derve ya Swêdê tesdîq dike ku kesê 59 salî hatiye girtin û dide zanîn ku sefîrê Swêdê yê li Spanya bi meselê ve elaqedar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".