Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şaredarî penaxwazên bi tenê yên 18 salî dikine der

Hat weşandin tisdag 8 augusti kl 10.44
Ensamkommande
Bi ketine temenê 18ê re serêşiyên mezin dest pê dikin. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Ji 1ê tebaxê heta dawiya salê derdorê 4700 ciwanên bi tenê hatine Swêdê dibine 18 salî. Û bi 18 saliya xwe re du rê li pêşiya wan dimînin; An divê ji dibistan û hevalên xwe dûr bikevin, an jî bêmal bimînin.

Herçend hikûmetê soz daye alîkariyê bide jî kêm şaredarî wan dihewînin.

Gava kesek tê Swêdê û temenê wî kesî bin 18 salî re be ew aydê şaredariyê ye. Yanî şaredarî hewl dide hem xanî hem jî ciyê xwendinê ji wan re peyda bike. Lê gava ew dibine 18 salî êdî berpirsiyartî ya Daîreya Koçê Migrationsverket e.

Îcar gelek şaredarî gava ciwan dibine 18 salî xênî ji wan distînin û nabe ku ew herine dibistanê, ji ber ku şaredarî dibêjin ciwan êdî ne aydê me ne.

Herçend hikûmetê soz daye alîkariyê bide şaredariyên ku xwedî li ciwanan derdikevin, dîsa jî piraniya şaredariyan wan dikine der.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".