Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Hevjîna Hamza Yalçin:

”Teslîmkirina ji bo Tirkî tê maneya mirinê”

Hat weşandin tisdag 8 augusti kl 16.36
"Gereke Swêd xwedî li hevwelatiyê xwe derkeve".
(2:48 min)
Hamza Yalcin Interpol
Tirkî cezayê muebedê li Hamza Yalcin biriye û navê wî xistiye lîsteya Interpolê de. Wêne: ISHARA S. KODIKARA

Ji 3ê tebaxê ve hevwelatiyê Swêdê û Tirkî Hamza Yalçin li Spanya girtî ye. Hevjîna wî Seda ku îro bi Yalçin re axiviye dibêje digel ku Yalçin ji ber nivîsên xwe hatiye girtin jî li Spanya muameleya terorîstekî lê hatiye kirin û xetera wî teslîmî Tirkî bikin heye.

– Derheqê rewşa xwe ya niha de got weke tawanbarekî gunehkar muamele pê re hatiye kirin. Di dema girtinê de lêxistine û destên wî xistine qeydê de.

Hamza Yalçin ku ji salên 1984ê ve piranî li Swêdê dijî sernûserê kovara sosyalîst a bi navê Odak e. Ew herwiha nivîskarê hejmarek kitêbên derheqê tevgera sosyalîst a li Tirkî de ye. Di nivîsên xwe de ew muxalif e û rexneyan li desthilatdariya Tirkî dike. Seda Şanlier dibêje ji ber nivîsên wî li Tirkî du cezayên muebedê lê hatine birîn û dewleta Tirkî weke birêvebirê rêxistineke terorê navê wî xistiye lîsteya Interpolê de. Spanya jî li ser van zextên Tirkî ew girtiye.

– Heval Hamza kesekî sosyalîst e, xebatên demokratîk dimeşîne. Tirkî ji van xebatên wî aciz e. Li Swêdê yek ji birêvebirên xebatên bi navê perwerde û piştgiriyê ye. Bi mebesta rawestandina van xebatên Hamza Yalçin ên demokratîk Tirkî lê digere. 

Seda bi berdewamî dibêje biryara ku Tirkî li Hamza Yalçin digere di destpêka sala 2016ê de ji wan re hatiye û di van de qet behsa çalakiyeke pratîkî nayê kirin. Di şûna vê de sohbet û nivîsên wî yên sala 2010ê weke delîla ku ew birêvebirê rêxistineke terorê ye nîşan dide û du cezayên muebedê jê re têne xwestin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".