Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çalakvanên rûniştinê rastî êrîşê hatin

Hat weşandin onsdag 9 augusti kl 10.48
Polîs: Me 15 kes tesbît kirine.
(2:05 min)
Ensamkommande, sittstrejk, Mynttorget.
Wêne: Stina Stjernkvist/TT

Li meydana Mynttorget li Stockholmê bi sedan ciwanên bi tenê hatine Swêdê ev çend roj in di çalakiya rûniştinê de ne. Duh êvarî komekê bi alavek mîna bombeya dengî êrîşî wan kir.

Fadima, ku yek ji çalakvanane dibêje êvarê piştî şivê komek ber bi wan ve hatin û dane qîjan. Ji êrîşkaran re ew gotina nazîst bi kar tîne û dibêje heta ku polîs giha ciyê bûyerê berpirsên çalakiyê hewl dan ewleyiyê bigrin. 

Kesên li Mynttorget di çalakiya rûniştinê ne li dijî ne ku Swêd ciwanan paşde vedigerîne Efxanistan. Ji bo ku vê biryara xwe biguhere ew ji roja duşemê ve li Mynttorget rûdinin. 

Êrîşa duh derdorê saet heştê êvarî pêk hat. Polîs nabêje bê êrîşkar çi grûpin û heta şevê din dereng jî kesek nehatibû girtin, lê polîs dide zanîn ku wan 15 kesên êrîş pêk anîne tesbît kirine.Ji bo bergirtina êrîşên muhtemel polîs herwiha tedbîrên xurttir girtine. 

Bi bihîstina êrîşê re gelek kes diçine serdana çalakvanan da piştgiriya xwe ji bo wan nîşan bidin. Yek ji wan kesan Kadir Kasirga ye ku şevê din çû ciyê çalakiyê. Zahra Bagherishad pê re axivî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".