Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek dibistanên nû pêwist in

Hat weşandin fredag 11 augusti kl 09.42
Gelek dibistan pêwîst in
(2:38 min)
Skolgård, elever, basket, lek, grundskola
Di nava heft salan de divê 25 000 dibistanên nû werine ava kirin. Wêne: BERTIL ERICSON

Hejmara zarokên biçûk ewqas zêde bûye ku gereke di demeke nêz de gelek dibistanên nû werine ava kirin.

Serokê desteya dibistanên bingehîn li Malmö, Anders Rubin dibêje tu caran hejmara zarokên di asta xwendina destpêkê de ewqas bilind nebûye û vê bi destpêka sala 1900 re dide ber hev.

Li gor Buroya Navendî ya Statîstikan (SCB) dê hejmara xelkê Swêdê di neh salên bihên de bi qasî milyonekê zêde bibe. Piraniya vê zêdebûnê jî di temenên dibistanan de ye û ev jî weha dike ku pêdivî ye zû cî li pêşdibistan û dibistanan bihên zêde kirin.

Tê çaverê kirin ku di salên nêzîk de hejmara şagirdên dibistanan li navenda Malmö sedî şêst zêde bibe. Li Bajarê Stockholmê divê hejmara ciyan ji bo şagirdên li dibistanan heta sala 2024 ji 95 000 derbasî zêdeyî 120 hezaran bibe. Li Malmö jî tê çaverê kirin ku hejmara şagirdên pêngava bilind ya dibistanan di deh salên bihên de ji sêyê yek zêde bibe.

Johan Nyström li sekretaryata herêmê li Göteborg li ser planekirina ciyên pêdivî bo siberojê li dibistanan kar dike. Dê heta sala 2019 dest bi avakirina 30 dibistanan bihê kirin. Ew dibêje:

– Hejmara zaroyên li dibistanan li Göteborg heta sala 2020 dê bi qasî 6000 zêde bibe. Ev tê wê manayê ku divê çend hezar cî li dibistanan bên zêde kirin.

Hem nûjenkirina dibistanan û hem avakirina yên nû ji bo bajarekê wek Göteborg tê manaya avakirina bêtir xaniyan û peydakirina erdî ji bo avakirina dibistanan. Li gor Nyström:

– Dê bajar tije be û gelek li navenda bajarî tê ava kirin. Bidestxistina erdî jî zehmet e. Me çi lokalên vala nînin ku em wan bi kar bînin, êdî em neçar in li ser yên heyîn avahiyê zêde bikin yan jî yên nû ava bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".