Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Stockholm ji bo penaxwazên ciwan 10 mîlyonan werdigre

Hat weşandin fredag 11 augusti kl 13.13
10 milyon ji bo ciwanên bi tenê
(1:33 min)
.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Hikûmetê di destpêka havînê de 195 milyon kron ji bo şaredariyan terxan kirin bona ku ew wan penaxwazên bi tenê yên dibin hejde salî li cem xwe bihêlin. Bajarê Stockholmê deh ji van milyonan distîne.

Åsa Lindhagen ji birêveberiya şaredariyê bo pirsên civakî dibêje ku ev pere dê alîkar bin ji bo ku ciwanên li vir bicî bûne, heval ji xwe re peyda kirine û li vir diçin xwendingehan li vir bimînin.

Ji wê roja ku zaro dibin hejdeh salî berpirsiyariya wan ji şaredariyê diçe ser Daîreya Koçê û ev jî carna dibe egera veguhastina wan ji wê şaredariya ew lê dimînin. Lewra hikûmetê li destpêka havînê ev 195 milyon kron veqetandin ji bo ku rê li wê çendê bigire.

Li gor Daîreya Koçê bi qasî 400 zarokên bi tenê îsal dibin hejdeh salî û ev pereyê Stockholmê stendiye dê heta havîna bihê têrê bike.

Li gor Åsa Lindhagen gelek stockholmiyan hestên xwe yên li hember van ciwanan hene. Çare dikare malek be ku li hember alîkariyekê van ciwanan bihewîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".