Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zewacên bin 18 salî re li Swêdê nayêne qeyd kirin

Hat weşandin fredag 11 augusti kl 14.53
“Du zarokên me hene lê me zewicî qeyd nakin“
(5:26 min)
Perwin, äktenskap, vigsel
Ingegerd Widell ji Daîreya Nifûsê (Skatteverket). Wêne: TT och Roseen Ally, Sveriges Radio

Kesên bin 18 salî re ku li welatê xwe zewicîne û paşê têne Swêdê rastî hin tevlîheviyên hiqûqî tên, ji ber ku li Swêdê zewacên bin 18 salî re nayêne qeyd kirin.

Perwîn Mûhammed kurdeke ji Sûrî ye ku di temenekî biçûk de zewiciye.

Belê, Perwîn a ku niha 21 salî ye di 15 saliya xwe de li Sûrî zewiciye û du zarokên wê çêbûne. Piştre ew hatiye Swêd û îqame standiye. Daîreya Koçê (Migrationsverket) qebûl dike ku ew malbatek in, lê Daîreya Nifûsê (Skatteverket) bavê zarokên wê weke zilamê wê qeyd nake. 

Îcar di vir de çend pirs derdikevine holê:
Yek: Çima Daîreya Koçê Perwîn û zilamê wê weke jin û mêr qebûl dike, lê Daîreya Nufûsê (Skatteverket) wan weke zewicî qeyd nake?
Didu: Eger jin û mêrek bin 18 salî re zewicî bin û zarokên wan hebin çi bi wan tê?
Sisê: Malbatên di vê rewşê de dikarin çi bikin?

Ji bo wergirtina van pirsan hevkara me ya beşa erebî Rojîn Alî bi Ingegerd Widell re axivî, ku li Daîreya Nifûsê beşê pêşdebirina kar de wezîfedar e.

Li ser pirsa yekem a ku ev ferqa navbera du dezgehên Swêdî ji ku derdikeve Widell dibêje:

– Eger mirov bikaribe ji bo Daîreya Koçê (Migrationsverket) îspat bike ku mirov malbatek e, li welatê xwe zewiciye ev bes e. Daîreya Koçê li gor vê biryarên xwe dide.
Lê heçî Daîreya Nifûsê (Skatteverket) e ew li gor  qanûna Swêdê tev digere û li gor qanûna Swêdê zewacên bin 18 salî re nayêne qeyd kirin.

Ev qanûna jidandî ji ber wê ye ku xelk ji vir kesên bin 18 salî re nikaribe bizewicîne, bi taybetî jî da pêşiya zewacên nebidil werine girtin. Bes eger têkiliyeke ne jin ne jî mêr berê qet bi Swêdê re nebe, ew li welatê xwe zewicî bin û piştre hatibine Swêdê, Daîreya Nifûsê yek bi yek wan digre dest û dinirxîne bê qeyda wan bike yan na. 

Pirsa me ya duyem ev bû:
Eger jin û mêrek bin 18 salî re li welatê xwe zewicîbin û zarokên wan hebin çi bi wan tê?

Eger bin 18 salî re zarokên mirov jî çêbûbin, li Swêdê bav yekser weke weliyê zarokê nayê hesêbê û di qeydê de jî weke zarokên jineke nezewicî derbas dibe. Pirsgirêka ku di rewşeke wiha de kare derkeve di meseleya mîrasê de ye. Ji ber ku mîras yekser ji bavê dewrê zaroyê nabe.  
Îcar weke çare tişta kesekî di vê rewşê de dikare bike ew e ku zilam weke bavê zarokan were qeydkirin e.

– Gereke mirov here li şaredariyê bavîtiya zarokê teyîd bike. Tiştekî din mirov dikare bike ew e ku ji bo mîras dewrî zaroyê bibe mirov dikare wesiyetnameyê binivîse.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".