Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmbûna mamosteyan berbiçavtir dibe

Hat weşandin fredag 11 augusti kl 15.52
Pirsgirêka kêmbûna mamosteyan
(1:05 min)
.
Wêne: KATARZYNA KORZA / TT

Kêmbûna mamosteyên xwendingehan û bi taybetî mamosteyên genc pirsgirêkeke berbiçav e û bi taybetî demê ku mamosteyên bitemen teqawud bibin.

Li gor zanyariyên ku Dagens Nyheterê ji kovara Skolvärlden wergirtine û îro belav kirine problema nebûna mamosteyên genc li şaredariyên bakûrê Swêdê mezintir e.

Li gor kovarê eger ev pirgirêka kêmiya mamosteyan mezintir nebe dê hejmara mamosteyên nû bên damezrandin bi qasî hejmara wan be yên teqawud dibin.

Bi dîtina hikûmetê jî piştî du salên din dê şêst hezar mamosteyên xwedî kompetent kêm bin. Ev jî dibe egera wê ku divê her ji niha pêngavên pêwîst bên avêtin û li gel perwerdekirina mamosteyên nû li çareseriyên cor bi cor bigerin.

Me îro nûçeyek li ser zêdebûna şagirdên dibistanan di salên bihên de û pêwîstiya bi zêdetir dibistanan ji wan re belav kir û diyar e ev jî vê pirsgirêka kêmbûna mamosteyan mezintir dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".