Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Domsjö fabiker i Hörnettområdet med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.15)
Nivîskarê raporê:

”Êzîdiyan xwe li Swêdê bi lez organîze kirine”

Hat weşandin fredag 1 september kl 17.28
Bitte Hammargren:”Ferqa ol û nasnameyê di nav wan de heye”
(9:47 min)
Grûpên olî yên nû li Swêdê. Wêne: Radyoya Swêdê.

Bo cara yekem dezgeheke swêdî raporeke zanistî ya berfireh derbarê grûpên kêmaniyên olî û etnîkî ji Rojhilata Navîn ku di van salên dawî de li Swêdê mezintir bûne li Swêdê pêşkêş dike.

Ev rapor derbarê êzîdiyan, elewiyan, elevîtan (elewiyên li Turkiyê), dirziyan, û mendayiyan e. Dezgeha ji bo pişgîriya komeleyên olî û dînî, Myndigheten för stöd till Trossamfund, ev rapor nû amade kiriye û Max Stockhman ji dezgehê yek ji sê nivîskarên vê raporê ye.

Ew dibêje ji gelek aliyan ve ji me hate xwestin ku em van grûpan di civaka Swêdê de bidin nasîn:

Li gor texmînên Max Stockhman wê ev rapor di nav dezgehên dewletî de bêne bi kar anîn lê her weha di nav karmendên şaredariyan de jî. Ew bi hêvî ne ku mamoste jî di karê xwe yê rojane de sûdê ji agahiyên di vê raporê de hene bibînin derbarê van grûpên olî û etnîkî.

Li gor nivîskarên vê raporê îro kêm agahî di civaka swêdî derbarê van pênc grûpên olî hene. Ji ber vê yekê jî ev rapor xwedî hêjayiyeke taybet e.

Rapora bi navê Religiösa minoriteter i Mellanöstern ku doh li Muzêya deryaya navîn li Stockholmê hate danasîn, li ser raporên cuda, hevpeyivînên bi lêkolînerên cuda re, seredanên ciyên olî û giring yên van grûpan û gelek hevpeyivînên berfireh bi kesayetiyên ji van grûpan ku îro li Swêdê ne hatiye amade kirin.

Di van 20 salên dawî de, bi şerên li Îraq û Sûriyê re hejmara endamên van grûpên kêmaniyên olî û etnîkî ji Rojhilata navîn li Swêdê bêhtir bûne.

Ya hevbeş e ji bo van her pênc grûpan re, ango êzîdî, elewî, elevî (elewiyên li Turkiyê), dirzî, û mendayiyan re ew ku ev di herêmên xwe de di xeterê de dijîn.

Bitte Hammargren, ji Enstîtuya pirsên siyaseta derve, di gelekê salan de rewşa Rojhilata Navîn şopandiye û ji nêzîk ve li rewşa van grûpan nerîye:

-Di Rojhilata Navîn de îro pêvajoyên nehiştin û qirkirina grûpên olî û etnîkî bêhtir hene. Ev pênc grûp bi awayên cuda di xeter û tirsê de dijîn ji bilî belkî grûpa elewiyên li Sûriyê ku binemal û eslê serok Assad e. Bitte Hammargren dibêje ya balkêş ew e jî ku piraniya van grûpan ji tirs û xetera li ser wan heye xwe li çiyayan girtine û li wê derê xwe bistar kirine.

Hammargren bi erênî li vê rapora taze dinere û dibêje ku wê bêguman  valahiyekê di civakê de tijî bike ji ber kêm zaniyarî derbarê van grûpan îro li Swêdê hene.

Lê li gor wê aloziyek heye, ev rapor giranî daniye ser aliyê dînî û olî yên van grûpan û di nav van grûpan bi xwe de nerîn û awirên cuda derbarê pirsa nasname û dîn bi xwe heye.

Di raporê de hebûna van grûpan li Swêdê bi hejmar hatiye pêşkêş kirin. Hejmarên ku aliyên cuda ji van grûpan bi xwe ji nivîskarên vê raporê re ragihandine, ji aliyê komeleyên wan yên olî ve û rêxistinên cuda.

Wekî nimûne grûpa êzîdiyan li Swêdê bi texmîneke mezin hatiye jimartin, li gor komeleyên wan û lîsteyên endaman di navbera 4000 ta 15 000 kesî ne. Piştî Îraq û Almaniyayê êzîdî herî zêde li Swêdê dijîn.

Simon Sorgenfrei, Olnas li zanîngeha Södertörn li Stockholmê û yek ji nivîskarên vê raporê dibêje grûpa êzîdiyan ya herî bi lez xwe li Swêdê organîze kiriye:

-Tenê beriya çend salan dora 10 rêxistin û komeleyên êzîdiyan li Swêdê hebûn îro bûne 20. Wan di demeke kurt de xwe baş li Swêdê organize kirin.

Josef Erdem ji Borlänge beşdarî panela danîsanîna vê raporê bû û wî behsa serpêhatiyên xwe kir ji aliyê yarmetîdana sazkirina komeleyên cuda li herêma Dalarnayê. Ew wekî mamoste dibêje gelekî giring e ku hemû mamoste vê raporê bixwînin da bêhtir bizanin ser van grûpan.

Ya herî balkêş di rapora derbarê van pênc grûpên kêmaniyên olî û etnîkî ji Rojhilata Navîn de ew e ku îro bêhtir mendayî li Swêdê dijîn danberhev bi ti deverekê din re di cîhanê de. Simon Sorgenfrei careke din:

-Ev tishtekî ecêbî ye, ku bêhtir mendayî li Swêdê dijîn danberhev bi Îraqê û welatên din re. Li gor Sorgenfrei nêzîkatiya ehl û malbatê û siyaseta penaberiyê ya swêdî xwedî bandoreke mezin e li ser hejmara endamên van grûpan li Swêdê.

Di hindek salan de siyaseta Swêdê comerdtir bû ji aliyê hewandina penaberan ve û piştî 2015 êdî bêhtir hate şidandin û wê demê bandor li grûpa êzîdiyan kir û rê li ber wan girt ku li Swêdê bicî bibin.

Olnas Simon Sorgenfrei dibêje îro bi hezaran kes ji van pênc grûpan li Swêdê dijîn û beşek in ji civaka swêdî. Piraniya wan dil û hişê wan tijî êşên giran in ji şer û tadeya li wan bûye, jinên êzîdî nimûneyek in. Ji ber wê giring e ku Swêd bi berpirsiyariya xwe rabe û alîkariyê pêşkêşî wan bike piştî hewandina wan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".