Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêkarî li gor ciyê jidayikbûnê tê guhertin

Hat weşandin måndag 11 september kl 10.39
"Ji bo peydakirina kar ya girîng hebûna têkiliyan e".
(1:38 min)
Arbetsförmedlingens skylt
Hejmara kesên bêkar zêde dibe. Wêne: Jessica Gow/TT

Di nav kesên ku li Swêdê jidayikbûne de bêkarî ji %3.9 e, lê di nav yên ku ne li Swêdê jidayikbûne de ev hejmar ji %22 e.

Ji bo kesên ku li Swêdê jidayikbûne peydakirina kar pir hêsan e. Hema hema heçî bixwaze kar bike, kar bidest dikeve.

 Annika Sundén şefa analîzê li Daîreya Kar (Arbetsförmedlingen) e.

– Bêkariya di nav kesên li Swêdê çêbûne daketiye astên rekor. Ji dema krîza maliyê ve bêkarî ewqas kêm nebûbû.

Lê dîsa jî hejmara kesên ku weke bêkar li Daîreya Kar têne nivîsandin zêde dibe. Di tebaxê de 358 000 wekek bêkar nivîsandî bûn.

Sebeb jî ew e ku ji bo kesên ne li Swêdê çêbûne rewş gelekî cuda ye. Di nav vê grûpê de bêkarî ji %22 e. 

Bila, yê 27 salî par ji Afrîka Başûr hate Swêdê. Ji paqijiyê heta bi karê barkirinê wî dawa gelek karan kiriye, lê bidest neketiye. Li gor wî ji bo peydakirina kar a girîng naskirina xelkê û hebûna têkiliyan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".