Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara giliyên destdirêjiyê zêdetir bûye

Hat weşandin måndag 11 september kl 15.18
“Êdî giliyên destriêjiyan bêhtir tê kirin.“
(1:39 min)

Par di festîvalên havînê de 14 giliyên destdirêjiyê hatine kirin. Hejmara giliyan îsal 20 e.

Radyoya Swêdê li 31 festîvalên mezin ên havînê li Swêdê meyizandiye û ew bi par ve dane ber hev. Encama tê xuya kirin ew e ku hejmara giliyên destdirêjiyê zêdetir bûne. 

Berdevkê polîs ê li herêma Region Öst Thomas Agnevik dibêje sibeb dikare ew be ku xelk îro bêhtir gilî dikin:

– Bi min niha êdî gelek kes destdirêjiyê qebûl nakin. Zanin dikarin wextê herine polîs ew ê alîkariyê wergirin.

Ji aliyekî din ve hejmara acizkirinên cinsî par 225 bû lê îsal ew daketiye 153an. 

Yek ji festîvalên ku destdirêjî lê çêdibin ya Bråvalla ye. Îsal wan ronahiya li festîvalê geştir kiribûn, li gor berê bêhtir nobedar lê kar dikirin. Digel van tedbîran jî îsal ji vê festîvalê çar giliyên destdirêjiyê hatine kirin. Li gor Thomas Agnevik tedbîrên festîvala Bråvalla baş in û pêşniyazeke wî ya din ew e ku bêhtir kamera werine danîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".