Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piştî tatîla havînê parlamento cara yekem li hev dicive

Hat weşandin tisdag 12 september kl 12.50
Êdî muxalefet dikare daxwaza bêbaweriyê bike.
(1:13 min)
Stefan Löfven, Peter Hultqvist
Daxwaza biryara bêbaweriyê îro nayê kirin. Wêne: Erik Simander/TT

Piştî tatîla havînê îro cara yekem parlamento li hev dicive û serokwezîr Stefan Löfven wê danezana hikûmetê eşkere bike. Îro herwiha êdî îmkan heye ku muxalefet daxwaza biryara bêbaweriyê di heqê serokwezîr an jî wezîrên din ên hikûmetê de bike.

Di 26ê tîrmehê de çar partiyên hevpend ên muxalefetê ragihandibûn ku ji ber kêmayiyên di ewleyiya Transportstyrelsen de derketine ew ê derheqê wezîrê hundir, ê parastinê û ya binesaziyê de daxwaza bêbaweriyê bikin. Roja piştre wezîrê hundir û wezîra binesaziyê îstifa kirin, lê wezîrê parastinê Peter Hultqvist ma li ciyê xwe.

Partiyên hevbend dane zanîn ku ew bi berdewamî daxwaza îstifaya Hultqvist dikin, lê li gor zanyariyên heyî yekdengiyek di vî warî de nîne. 

Serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson di dawiya tîrmehê de gotibû gereke ji ber hetîketiya li Transportstyrelsen hikûmet tev îstifa bike. Lê serokê grûpa SD li Parlamenê Mattias Karlsson îro dibêje ew ê daxwaza bêbaweriyê nekin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".