Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

SD li hember Löfven daxwaza bêbaweriyê dike

Hat weşandin tisdag 12 september kl 17.15
Şîroveger: ”Desteka ji bo pêşniyazê kêm e”
(2:03 min)
Jimmie Åkesson
Jimmie Åkesson Wêne: Johan Nilsson/TT

Serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson eşkere dike ku sibê ew ê daxwaza biryara bêbaweriyê li hemberî serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven bikin.

– Ji ber hetîketiya dezgeha Transportstyrelsen di havînê de em ê daxwaza bêbaweriyê bikin. Îro îmkana wî hebû wezîrên hikûmetê biguhere, lê wî ev yek nekir.

Ji ber kêmayiyên di ewleyiya Transportstyrelsen de wezîrê hundir û wezîra binesaziyê di dawiya tîrmehê de îstifa kiribûn. Muxalefetê hingî daxwaza îstifaya wezîrê parastinê jî kiribû, lê hikûmetê ew li cî hiştibû.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven derbarê pilanên Demokratên Swêdê de dibêje, ev cara diduyan e ew daxwaza bêbaweriyê dikin û li gor wî Demokratên Swêde bi wêya ku guhê xwe nadine Komîsyona Destûra bingehîn nîşan dane bê çende ji cidiyetê dûr in. 

Bêbaweriyeke ji aliyê parlamenê ve dikare rê li ber îstifaya hikûmetê tev bigre, lê şîrovegerê siyaseta hundir ê Radyoya Swêdê Fredrik Furtenbach dibêje ew nebawer e ku partiyên din destekê bidine vê pêşniyaza Åkesson. Li gor wî du mebestên Åkesson hene. Yek jê nîşan bide ku dijberiya hikûmetê ya herî xurt ew dikin û herwiha nîşan bide ku partiyên burjûva yên muxalefetê newêrin gavan bavêjin. 

Jimmie Åkesson jî nebawer e ku partiyên din destekê bidine pêşniyaza wan.

– Eger mirov bi rastî muxalefet be gereke mirov piştgiriyê bide vê pêşniyazê. Lê em dibihîzin ku ne Partiya Navendê, nej î Lîberal naxwazin hikûmetê têxine nav krîzê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".