Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Jean-Claude Juncker:

"Ciyê rojnamevanan ne zîndan in"

Hat weşandin onsdag 13 september kl 13.26
”Peyama Ewrûpa bo Tirkî: Şantajên te pere nakin!”
(7:39 min)
Juncker, Erdogan, Okumus
Juncker gote Erdogan: Bes heqaretan li me bike, tu pêşiya xwe digrî! Wêne: PATRICK HERTZOG

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpa Jean-Claude Juncker derheqê rewşa Yekîtiya Ewrûpa de axavtina xwe ya salê pêşkêş kir. Juncker, axavtina xwe ya îro bi ya par re da ber hev û got em niha di rewşeke gelekî baştir de ne.

Di axavtina xwe de Juncker behsa gelek mijaran kir. Wî xwest şertên bazara kar werine baştirkirin, Romanya û Bulgarîstan di hevkariya Şengenê de cî bigrin, bêhtir dewlet pereyên Euro bi kar bînin. Danûstandina ticarî ya bi Awustralya û Zelanda Nû re were hêsan kirin.

Derheqê koçberan de wî da zanîn ku di dawiya mehê de komîsyon wê hin pêşniyazên li ser vegerandina koçberên afrîqî wê bike. Ji bo rawestandina koçberan wî spasiya Îtalya kir û got ”Italya di Derya Spî de şerefa Yekîtiya Ewrûpa rizgar kiriye”. Derheqê koçberan de herwiha wî got Ewrûpa divê parzemîneke dilsoj bê, firaran biparêze û behsa amadekirina pêşniyazên penaberiya qanûnî, yên ku bi riya kota têne Ewrûpayê kir.

Jean-Calude Juncker di axavtina xwe ya îro de herwiha li ser têkiliyên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkî jî rawestiya û bi zimanekî tund axivî:

 

Ev demeke Tirkî bi gavên mezin xwe ji Yekîtiya Ewrûpa dûr têxe. Ciyên rojnamevanan redaksiyon in, ne zindan in. Loma ez ji Tirkî re dibêjim û rica dikim – rojnamevanên girtî berdin, dev ji heqaretkirina serokên hikûmetê me berdin. Yê ku heqaretê li me dike pêşiya xwe digre. Em destê xwe dirêjî gelê tirk ê mezin û hemû kesên bi nirxên me re dikin.

Daxuyaniya Juncker a li ser Tirkiyê, rojnamevan Eşref Okumuş weke guhertina uslûbê serokên ewrûpî dinirxîne.


Jean-Calude Juncker ê luksemburgî 62 salî ye û ev sê sal in ew serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewrûpa dike. Ew bi xwe ji siyaseta konservatîv a demokratên xiristiyan tê. Li welatê xwe wî bi dehsalan wezîrtiya aboriyê kiriye û heşt salan jî serokwezîrtî kiriye. Wextê serokatiya Juncker a Yekîtiya Ewrûpa di 2019ê de diqede.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".