Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
(2:21 min)
Şîrketa Boliden îro di dadgehê de li hember nexwşên li Çîlê
Hat weşandin tisdag 17 oktober kl 10.17
Rönnskärsverken.
Rönnskärsverken. Wêne: Magnus Bergner/SR.

Li dadgeha Skellefteå pêvajoya di navbera şîrketa Boliden û dora 800 çîliyan dest pê dike. Kesên çîlî daxwaza bedelê ji Boliden li ser ziyanên gihîştine wan dikin.

Îro dê dadgeha Skellefteå li ser wê rabiweste ka Boliden berpirsiyar e ji rewşa wan 796 kesên nexweş, yên ku wekî bedel daxwaza 100 milyon kronan ji Boliden dikin. Hinek ji wan dê şahidiya xwe bi rêya lînka videoyê bidin. Li gor parêzerê çîliyan Johan Öberg karê Boliden li Rönnskär bû egera bijehrîbûna hestiyan.

Di salên heştêyan de şîrketa madenan Boliden 20 000 ten ji bermaye û çopa jehrîn ya fabrîka xwe li Rönnskär li Skellefteå ji şîrketa çîlî Pomel re şand. Boliden 10 milyon kron dan wê şîrketê bo ku ew wan bermayan jêk vavêr bike û ji nav wan çend madeyên wekî zêrî berdest bike. Lê ew bermaye man hiştî li derve, li nêzîkî malên xelkî, li bajarê Arica.

Di salên notan de hat zanîn ku hebûna wan çop û bermayan li wê derê bi xerabî kar kiriye ser tenduristiya xelkê bajarî. Ew rastî nexweşiyên wek kanser, êşên hestiyan û nexweşiyên kronîk bûne.

Berpirsiyarê agahdariyan li şîrketa Boliden Klas Nilsson xemgîn e ku xelk li wê derê ji ber materyalên jehrîn rastî nexweşiyan bûye. Ew xwe ji kar û xebata xwe berpirsiyar dibînin, lê nabîne ku ew berpirsiyar in ji biryareke berî deh salan hatibe girtin.

Boliden tuhmetan red dike û dibêje ku haya saziyên çîlî jê hebûye û wan ew kar li gor qanûn û rêdarên wî wextî yên swêdî û çîlî kiriye. Bi gotina wan paşî xanî nêzîkî wan bermaye û çopan hatine ava kirin û çareserkirina problemê ji karê şîrketa Pomel bû. Şîrketa Pomel jî hilweşiyaye û nemaye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".