Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
(4:35 min)
”Zagros” beşdarî festîvala Stockholmê dibe
Hat weşandin tisdag 14 november kl 18.00
Wêne ji filmê "Zagros".
1 av 4
Wêne: Pressbild.
Wêne ji filmê "Zagros".
3 av 4
Wêne: NyklyN
Wêne ji filmê "Zagros".
4 av 4
Wêne: NyklyN

Festîvala navneteweyî ya filman a Stockholmê bo cara 28 emîn nuha li dar e û îro ji bo yekem car filmê kurdî û belcîkî yê bi navê ”Zagros” di welatên bakûrî de tê nîşan dan.

Hosteyê kurte filman, derhêner Sahim Omar Kalifa yê bi berhemên wekî ”Land of the heroes” û ”Baghdad Messi” naskirî ye û du caran bo xelata hêja ya Oskarê hatiye kandîd kirin, nuha bi yekem filmê xwe yê sînemayî yê dirêj di festîvala filman ya Stockholmê de beşdar dibe.

Di vê dramayê ye de em çîroka mêrekî genc dişopînin, yê di navbera agirê adetên kurdî û evîneke bêsînor de dişewit e. Piştî ku hevjîna wî ya ducanî mecbûr dibe ji gund bireve ew jî bi dû wê de bar dike Belcîkayê. Lîstikvanên sereke yên vî filmî, Feyyaz Duman, Halima Ilter, hunermend Brader û Daria Hachem Mohamed e.

Ta nuha Sahim Omar Kalifa nêzîka 100 xelatên cuda di warê film û sînemayê de ji bo berhemên xwe wergirtine. ”Zagros” ta nuha hem xelat û hem baldariyeke mezin di festîvalên cuda de wergirtiye.

Derhêner Sehîm Omar Kalifa beriya nuha tenê kurte film çêkirine û filmê ”Zagros” yekem filmê wî yê sînemayî yê dirêj e.

Ew dibêje ji ber xelat û serkeftinên bo kurte filmên wî hêviyên mezin bi ”Zagros” ve hatine girêdan.

Filmê ”Zagros” îro, roja pêncşemê û îniyê di festîvala navneteweyî ya filman a Stockholmê de têne nîşan dan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".