Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
(6:33 min)
Sjöstedt: Doza HDP siyasî ye
Hat weşandin torsdag 7 december kl 17.13
Jonas Sjöstedt, Selahattin Demirtas, Yilmaz Kerimo
Siyasetvanên swêdî doza HDPê dişopînin Wêne: Tomas Oneborg/TT

Îro mahkemeya hevserokê HDPê Selahattin Demirtas hebû. Ji welatên cuda gelek siyasetvan çûbûn da ku dozê bişopînin. Di nav siyasetvanan de ji Swêdê serokê Partiya Çep (Vänsterpartiet) Jonas Sjöstedt û sê parlamenter jî hebûn.

Em hatin da ku doza Selhattin Demirtaş bişopînin. Lê dûrî cihê dadgehê polîs, panzêr û têla dirihî danibûn û nehiştin çavdêrên navneteweyî, dîplomat û çapmenî nêzîk bibin. Hewl didin li pişt deriyên quflekirî dozê bimeşînin. Û li derve jî nedihiştin medya bi me re biaxive. Digotin eger hûn hevpeyvînan bidin em ê mudaxele bikin.  

Piştî sêzdeh mehên li zindana Edirne girtî gerek bû îro hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan, HDP Selahattiin Demirtaş derketa pêşiya dadgehê. Lê Tirkî biryar dabû ku Demirtaş neyênin ciyê mehkemê, ew bi riya înternetê beşdar bibe û Demirtaş ev yek red kiribû, loma dengê wî nehate bihîstin û dozger daxwaza bi berdewamî girtina wî kir. Bi îdiaya têkiliya bi PKK re 142 sal zindan ji Demirtaş re tê xwestin. 

Dîsa jî ji bo mahkemeya îro baldariyeke mezin a navneteweyî dihate dîtin. Ji welatên cuda yên Ewrûpa 15-20 parlamenter, gelek dîplomat û rojnameger çûbûne Ankara da ku çavdêriya dozê bikin. 

Lê Jonas Sjöstedt dibêje tu elaqeyê dozê ji hiqûqê nebû.

Gelekî berbiçav e ku ev dozeke siyasî ye, hedef bêdengkirin û serkutkirina muxalefeta çep û nûnerên kurd ên ku daxwaza mafê Kurdistanê û çareseriya aştiyane dikin e.


Ji Partiya Çep Yasmine Posio Nilsson jî bi Sjöstedt re li Ankara ye.Sefîrê Swêdê yê li Ankara û parlamenterên Sosyaldemokrat Eva-Lena Jansson û Yilmaz Kerimo jî li Ankara ne da dozê bişopînin.

Eva-Lena Jansson ku li ser navê Sosyaldemokratan çûye Ankara dibêje dadgeha îro nîşan da ku Tirkî ne dewleteke hiqûqê ye:

Tirkî prensîbên dewleta hiqûqê û demokrasiyê bi temamî dane aliyekî. Ewa ku rê nadin doz were şopandin binpêkirina qanûnên Tirkî bi xwe jî ye. Ji bo demokrasî û dewleta hiqûqê rojeke reş e.

Pêwendiyeke baş di navbera Sosyaldemokratan û HDPê de heye. Partiya Çep a Swêdê û HDP jî partiyên destûbirak in. Sjöstedt Demirtaş mîna dost bi nav dike û dibêje herçend ji ber şertên zindanê danûstandin zehmet e jî ew bi riya parêzer silavan ji hev re dişînin.

Berya niha jî Jonas Sjöstedt hewl dabû li girtîgeha Edirneyê serdana Demirtaş bike, lê Tirkî rê nedabûyê de. Sjöstedt dibêje hazirbûna li ber dadgehê ya îro jî ew li ser xwe weke ferzekê dihesibîne. 

Siyasetmedarekî din ku çûye şopandina doza HDPê parlamenterê Sosyaldemokratan ê bi eslê xwe suryanî Yilmaz Kerimo ye.

Demirtaş bi xebata xwe nîşan daye ku ew demokratekî heqîqî ye û bêyî berçavgirtina cudahiyên etnîkî yan jî dînî ji bo mafê herkesî ew têdikoşe. Loma heyf e ku siyasetmedarekî wiha îro di zindanê de ye.

Li gor Jonas Sjöstedt gereke zextên li hemberî Tirkî werine xurt kirin da ku girtiyên siyasî bêne berdan. Û li gor wî ji bo jidandina zextan hin tiştên hikûmeta Swêdê dikare bike hene.

Bi min gereke Swêd di asta Yekîtiya Ewrûpa de bikeve nav hewldanan. Tirkî îro nobedariya sînorê Yekîtiya Ewrûpa dike û Erdogan ji bo pêkanîna dîktatoriya xwe vê bi kar tîne. Divê zextên aborî û siyasî yên li hemberî Tirkiyê werine jidandin da ku ev jê re neyê hiştin.

Partiya ku vêga li ser hukime Sosyaldemokrat in û du parlamenterên Sosyaldemokrat bi Sjöstedt re heman dozê dişopînin. Eva-Lena Jansson dibêje ji niha de muameleya Tirkî ya li hemberî HDP li ser maseya Konseya Yekîtiya Ewrûpa ye û bi raporên ku ew li ser vê dozê binivîzin re ev dosya wê hê jî stûrtir bibe. 


 

Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".