Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Jabar Amin, Jonas Sjöstedt, Amineh Kakabaveh, Margot Wallström, Annika Lillemets
Daxwaz hate kirin ku Swêd ji bo Efrînê dengê xwe bilindtir bike
Guhdar bike
(6:02 min)
Wallström: Swêd ji bo Efrînê ne bê deng e
Hat weşandin tisdag 6 februari kl 23.19

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström di gotûbêja parlamenê ya îro de got Swêd li hemberî bûyerên Efrînê ne bê deng e û li gor Swêd kiryarên Tirkî li hemberî hiqûqa navneteweyî ne.

”Tişta em li Wezareta Derve dizanin, nêrîna me ya niha û nêrîna pisporên me yên hiqûqa navneteweyî ew e ku kiryarên Tirkiyê yên li hemberî YPG ne di çarçoveya mafê xweparastinê de ne”.

Belê, ev gotinên Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström in ku îro derbarê Efrînê de bersiva pirsên parlamenteran da.

Dewletek di çarçoveya mafê xweparastinê de heqê wê heye şidetê bi kar bîne, îcar li gor vê daxuyaniya Margot Wallström êrîşa Tirkî ya li hemberî Efrîne ne ji bo xweparastinê ye, ango li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Belê, îro Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström di parlamenê de bersiva pirsên li ser Efrînê da.

Serokê Partiya Çep (Vänsterpartiet) Jonas Sjöstedt, parlamentera heman partiyê Amineh Kakabaveh, parlamenterên Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) Jabar Amin û Annika Lillemets êrîşa Tirkî ya ser Efrînê bi tundî rexne kirin, kiryarên Tirkî weke terora dewletê bi nav kirin û xwestin Swêd bêdeng nemîne. Wan xwestin Swêd Tirkî şermezar bike, meseleya Efrînê bibe qadên navneteweyî weke Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekgirtî.

Wezîra Derve Margot Wallström jî bi awayekî berfireh bersiva siyasetvanan da û got Swêd li ser meseleya Efrînê bi taybetî û meseleya kurdî bi giştî de ne bê helwest e.

Nexêr, em ne bêdeng in. Em ne pasîv in. Berovajî hem di asta Neteweyên Yekgirtî de hem jî di Yekîtiya Ewrûpa de me pirs aniye rojevê.
Di danûstandinên bi nûnerên Tirkiyê re min gelek caran behsa giringiya pêvajoya aştiyê kiriye ku wê tesîreke mezin li Sûriyê jî bike.
22ê çile di civîna NY de Swêd ragihand ku bi bûyerên Efrînê re rewş aloztir dibe û mafê rewa yê parastina sivîlan. 

Li ser pirsa serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt ya bê êrîşa Tirkî di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ye yan na, Wallström got li gor nirxandina wezaretê û pisporên wan ew ne di wê çarçovê de ye, lê dîsa jî nexwest Tirkî şermezar bike û weke sebeb wiha got:

Ancix bi biryareke digel NY û YE em dikarin bihêztir bibin. Eger mirov nexwaze hema şermezar bike û raweste lê li berpirsiyarî û encamê bigere divê em li gor hiqûqa navneteweyî pirsê bigrin dest. Û ya em niha dikin ev e.


Di rûniştina parlamenê ya îro de tiştekî balkêş ew bû ku parlamenterên ku li ser Efrînê pirs ji Wallström dikirin desmalên rengîn xistibûn stuyê xwe. Tevaya siyasetvanan di axavtina xwe de digotin divê bêbextî li kurdên ku bi lehengî li hemberî Daişê şer kirine neyê kirin û navê YPG û YPJ tanîn zimên ku îro bûne hedefa êrîşên Tirkiyê. Di nav bersivên xwe de balkêş bû ku Wallström spasiyeke wiha kir.

Spas ji we re ku hûn lehengan tînin bîra me. Ên ku di têkoşîna hemberî Daişê de alîkariyeke mezin dane.

Ji aliyekî din ve gerekbû piştî du heftiyan Margot Wallström çûbaya Tirkî, li wir hevdîtin bi hempîşeyê xwe yê tirk û serokkomar Erdogan re kiriba. Lê îro Wezareta Derve ya Swêdê ragihand ku ji bo wextekî ne diyarkirî serdan hatiye taloq kirin. Herçend Wallström di axavtina xwe ya îro de behs nekir jî nûçeyên Radyoya Swêdê dide zanîn ku sebeb êrîşa Tirkî ya li ser Efrînê ye û bi vî rengê dîplomasiyê Swêd li hemberî Tirkî xwestiye nerazîbûna xwe nîşan bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".