Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hilbijartin 2006

Hat weşandin fredag 12 maj 2006 kl 11.32

Hilbijartina çî ye?

Mirovên li Swêdê dijîn her çar salan carekî di hefteya sêem a meha îlonê de tevlî hilbijartinan dibin. Mirov ji bo hilbijartina parlamento, meclîsa wîlayetê û meclîsa şaredariyê deng dide.

Parlamento (Riksdag)
Swêd monarşîyek demokratîk e û navê parlamentoya Swêdê riksdag e. Riksdag ji kamerayek pêk tê û ew 349 endamên wê di dengdanên azad de ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Riksdag qanûn çê dike, di derbarê bac de biryaran digre û butçeya dewletê xuya dike. Riksdag her wuha çavdêriya hukumetê û sazî û dezgehan dike. Riksdag serokwezîr hildibijêre û bi dorê re serokwezîr hukumetek ava dike û ji wê re rêberî dike.

Meclîsa wîlayetê (Landstingsfullmäktige)
Swêd ji 21 wîlayet û herêman pêk tê. Meclîsa wîlayetê di her wîlayetî de organa herî bilind a biryargirtinê ye. Wezîfa herî girîng a meclîsa wîlayetê tenduristî û xizmeta nexweşxaneyan e. Meclîsa wîlayetan her wuha ji pêşkeftina herêman jî berpirsiyar e, weke mînak trafîka kollektîf.

Meclîsa şaredariyê (Kommunfullmäktige)

  • Li Swêdê 290 şaredarî hene. Şaredarî di warê pirsên herêmî de xwedî gotin in. Weke mînak; dibistan, zarokxane (dagis), xizmeta civakî, xizmeta ji bo extiyaran, pirsên av û paqijiyê. Şaredarî ji aliyê meclîsa şaredariyê ve tê rêvebirin.
  • Swêd îro ji aliyê hukumetek sosyaldemokrat ve tê rêvebirin. Partiya çep (vänsterpartiet) di parlamentoyê de alîkarî dide hukumetê û ev her dû partî weke ”baskê çepê” têne binavkirin. Wekî din Partiya hawîrparêz a keskan (Miljöpartiet) jî piştgirî dide hukumetê. Muxalefet – ku weke ”baskê burjuwa” tê binavkirin – ji çar partiyan pêk tê: Moderat, Partiya gel (folkpartiet), Xiristiyanên demokrat û Partiya navend (centern).
  • 14 wîlayet ji aliyê baskê çepê ve, çar ji aliyê baskê burjuwa û sisê jî ji aliyê rêvebiriyên hevbeş ên herdû baskan ve têne rêvebirin.
  • 108 şaredarî ji aliyê baskê çepê ve têne rêvebirin. 99 ji aliyê partiyên burjuwa ve û 83 şaredarî jî ji aliyê piraniyek hevbeş a ji partiyên cûda yên ji herdû baskan ve têne rêvebirin.

Kî dikarin deng bidin?

Ji bo dengdana di van hilbijartinên cûda de hîn şert û şirûd hene. Weke mînak, mirovên ku ne hemwelatiyên Swêdê ne dikarin di hilbijartinên herêmî de deng bidin. Lê ji bo dengdana di hilbijartinên ji bo parlamantoyê de şert e ku mirov hemwelatiyê Swêdê be.

Di hilbijartinên ji bo parlamentoyê de 6,7 milyon mirov xwedî mafê dengdanê ne. Ev tê wê wateyê ku ew hemwelatiyên Swêdê yên di ser 18 salî ne. Ji wan, derdora 116 000 kes li derveyê welat dijîn.

Bi gîştî 7 milyon kes xwedî maf in ku di hilbijartinên herêmî de (ango, hilbijartinên wîlayet û şaredariyan) deng bidin. Ev kes, di nav sînorên wan şaredarî û wîlayetan de dijîn, 18 salên xwe tije kirine û mirovên wusa ne:

  • hemwelatiyên Swêdê
  • hemwelatiyê Yekîtiya Ewropayê
  • hemwelatiyê Îzlanda û Norwecê
  • hemwelatiyên biyanî ku (roja berya dengdanê) sê sal di nifûza Swêdê de qeydkirî bûne (derdora 330 000 kes)
  • Derdora 260 000 kes hilbijêrên cara yekem in. Ji wan 8 400 kes hemwelatiyên welatek biyanî ne.

Hilbijêrên li derveyê welat

  • Mirovên ku bar bikin derveyê welat heta deh salan di hilbijartinên parlamentoyê de xwedî mafê dengdanê ne.
  • Qerta dengdanê û agahiyên din ên di derbarê hilbijartinê de tê şandin ji bo wê adresa ku wî kesê ku di serîlêdana barkirina xwe de daye xuyakirin.
  • Ji bo parastina mafê xwe yê dengdanê piştî deh salan, divêt ew kes serîlêdanek bişîne dezgeha bacê (skatteverket).

Çiqas kes deng didin?

  • Nêzî ji 10 kesan 8 kes dengê xwe bikartînin. Di hilbijartina dawî ya sala 2002 de ji sedî 80,1 ji bo parlamentoyê,  ji sedî 77,9 ji bo şaredariyê de û ji sedî 77,4 ji bo wîlayetê deng dan. 
  • Her çendî diçe beşdariya hilbijartinan kêmtir dibe. Weke mînak, di salên 1970 de ji 10 kesan 9 kes di hilbijartinên parlamentoyê de deng didan.

Sîstema hilbijartinê

Hilbijêr deng didin partiyek bi tenê. Mirov dikare deng bide partiyek û bi vî re dengek şexsî bide yek ji wan namzetên ku di lîsteya partiyê de cîh digre. Navê vê, hilbijartina şexsan e.

Mirov herwuha dikare di hilbijartina parlamento, wîlayet û şaredariyê de dengê xwe bide partiyên cûda jî. Weke mînak, ji bo parlamento deng didî partiyek, lê ji bo şaredariyê dikarî deng bidî partiyek din.

Li Swêdê sîstema hilbijartinê nisbî ye (proportionellt). Ev tê wê wateyê; jimara endamên hilbijartî yên partiyek ên ji bo, weke mînak, parlamentoyê bi qasî ji sediya wan dengan e ku wê partiyê girtî ye. Şert û şirûdên di derbarê rêbazên hilbijartinê de di qanûna hilbijartinê de heye. Her mirovek xwedîdeng her wuha jî xwedîmafê namzetiya hilbijartinê ye.

Mirov çawa deng dide?

  • Di hilbijartinên swêdî de mirov dikare an roja hilbijartinê li lokala hilbijartinê an jî demekî berwext li lokalên taybetî deng bide. Mirov her wuha dikare bi rêya posteyê an jî bi alîkariya mirovekî deng bide.
  • Ji bo mirov karibe deng bide divêt navê mirov di qeyda hilbijêran (röstlängd) de hebe. Yên ku di her hilbijartinê de qeyda hilbijêran amade dikin saziyên dewletê ne.
  • Berya hilbijartinekê dezgeha hilbijartinê (Valmyndigheten) qerta dengdanê dişîne ji her kesekî re ku xwedîmafê dengdanê ye.
  • Her kesek ku di lokala dengdanê de dengê xwe dide divêt qerta xwe ya dengdanê bi xwe re bibe û karibe bi qerta nasname an jî bi awayek din nasnameya xwe îspat bike.
  • Her şaredariyek bi herêmên hilbijartinê (valdistrikt) hatiye beşkirin. Li her herêmeke hilbijartinê lokalek hilbijartinê heye. Mirovên ku li herêmeke hilbijartinê rûdinin dikarin roja hilbijartinê li lokala hilbijartinê ya herêma xwe deng bidin. Lokalên hilbijartinê di navbera saat 08.00 - 20.00 vekirî ne.
  • Mirov her wuha dikare jî berwext deng bide – berê ji wê re dihat gotin dengdana posteyê, ji ber ku postexane berpirsiyariya vê yekê digirt. Lê ji îsal û pê ve ev berpirsiyarî li ser milê şaredariyê ye. Hilbijêr divêt karibin bi awayek berwext li lokalekê dengdanê, weke mînak li kîtebxaneyek, ji 18 roj berya roja hilbijartinê ve dengê xwe bi kar bînin.
  • Dezgeha hilbijartinê (Valnämnden) li nexweşxaneyan dengan qebûl dike. Ji bo ku nexweş, xebatkar û mêvanên li nexweşxaneyan karibin dengê xwe bi kar bînin.
  • Li hemû lokalên ku mirov deng dide perde hene ku mirov li pişt wan bi serê xwe tenê rayên xwe têxe nav zerfên hilbijartinê.
  • Kesên ku ji ber nexweşî, kêmendamî (seqetî) an jî extiyarî nikarin bi xwe biçin lokala hilbijartinê an jî dengdanê dikarin bi rêya mirovek dengê xwe bişînin hundir. Her wuha mehkûm jî dikarin bi rêya mirovek din dengê xwe bişînin (budrösta).
  • Kesên ku berwext deng dane (li Swêdê an jî li derveyê welat) dikarin poşman bibin. Wê demê ew dikarin roja hilbijartinê ji nû ve li lokala hilbijartinê deng bidin. Wê demê dengê li lokala hilbijartinê tê qebûlkirin û dengê berwext tê betalkirin.

Mirov li derveyê welat çawa deng dide?

Hemwelatiyên swêdî yên koçkirî (swêdiyên li derveyê welat), heger di nav deh salên dawî de koçkiribin, di qeyda hilbijêran de cîh digrin an jî divêt wan herî dereng 30 roj berya hilbijartinê serî li dezgeha bacê (skatteverket) dabe.

Her kesek ku li derveyê welat dimîne dikare berya dema dengdanê li saziyek derveyêwelatî – balyozxane an jî konsolosxane – dengê xwe bide. Dayina dengan di 24 tebaxê de dest pê dike û li hîn deveran tenê demeke kurt berdewam dike. Ev deng divêt roja berya hilbijartinê bigihîje dezgeha hilbijartinê (Valmyndigheten).

Kesên xwedîmafê dengdanê yên li derveyê welat dikarin bi rêya name ji her welatî dengê xwe bişînin Swêdê. Deryayiyên li kêştiyan kar dikin jî dikarin bi rêya name dengê xwe bidin. Dengê bi rêya name ji 3 tebaxê hetanî roja hilbijartinê dikare were şandin.

Ji bo dengdana bi name pêdivî bi hîn materyalên taybetî heye. Mirov dikare ev materyal ji dezgeha hilbijartinê (Valmyndigheten) an jî ji dezgehek derveyêwelatî daxwaz bike. 

Salnameya hilbijartinê

24 nîsan: Roja dawî ji bo partiyan ku namzetên xwe qeyd bikin

tîrmeh           Agahiyên ku mirov dikare li ku deverî li Swêdê û li derveyê welat deng bide

              di malpera  www.val.se de tê belavkirin

                Agahiyên ji bo dengdana bi name ji hemû swêdiyên li derveyê welat re tê şandin

3 tebax         Dengdana bi name ya li derveyê welat dest pê dike

tebax             Broşura agahiyê ya di derbarê hilbijartinê de ji hemû malên li Swêdê re tê şandin

18 tebax       Qeyda hilbijêran tê amadekirin, qertên dendanê hetanî 29 tebaxê têne şandin

24 tebax       Dengdana li balyozxane û konsolosxaneyên Swêdê dest pê dike

30 tebax       Dengdana berwext li lokalên şaredariyê dest pê dike

5 îlon             Roja dawî ji bo daxwaziya sererastkirinê di qeyda hilbijêran de

17 îlon          ROJA HILBIJARTINÊ – êvara vê rojê encamên pêşîn xuya dibin

18 îlon          Rêvebiriya wîlayetê (Länsstyrelsen) dest bi jimartina nîhayî ya dengan û dengên    şexsî yên ji bo namzetan dike

20 îlon          Beşkirina jimara kursiyên parlamentoyê amade dibe – endam û cîgir tên xuyakirin

20-27 îlon    Dengên ji bo şaredarî û wîlayetan tê jimartin – beşkirina jimara kursiyan tê kirin

Dengdana şexsan (personröstning)

·          Tu dengê xwe didî partiyek û di heman demê de dikarî di lîsteya wê partiyê de xuya bikî da tu raya xwe ya şexsî didî kîjan namzetî. Wê demê tu dikarî xêzek deynî ber navê yek ji wan namzetan ên di lîsteya partiyê. Mirov dikare namzetek bi tenê xuya bike.

·          Lê mirov nikare navê namzetek nû li lîsteya partiyê zêde bike.

(länk till valskola)

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".