Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kar

Hat weşandin måndag 28 augusti 2006 kl 10.40

6,3 prosent an jî 20 prosent bêkar?

Yek ji mijarên herî girîng a hilbijartinê kar û bêkarî ye.

Beşa bêkaran ya ji hêza kar daketiye ji sedî 6,3. Hezîrana sala derbasbûyî ev jimar ji sedî 7,1 bû. Herwuha jimara bêkaran jî kêm bûye. Di hezîrana îsalî de 298 000 mirov bêkar bûn. Di hezîrana 2005 de ev jimar 331 00 bû (-33 000) (Çavkanî SCB).

Di dawiya hezîranî de 3,14 prosent ango 132 000 kes beşdarî bernameyên pazara kar bûn, li gorî statîstîkên AMS. Bi hezîrana 2005 re qiyas, ev zêdebûnek bi 21 000 kesan e.

Partiyên muxalefetê nexweşên demdirêj û mirovên berwext teqawidbûne jî weke bêkar dihesibînin. Bi ya wan ev mirov dixwazin kar bikin lê karekî li gorî derfetê wan ji wan re nayê peydakirin. Ji bo vê yekê partiyên burjuwa îddîa dikin ku jimara bêkaran bi vî awayî dibe 1,5 milyon kes ango nezî 20 prosentê hêza kar.

Hukumet (s) û partiyên hevkar (v û mp) di vê mijarê de gelek hemfikir in. Ew di xwazin bi rêya subvansiyonkirina destheqan li hember bêkariyê têbikoşin. Ev tê vê wateyê: karbidest tenê qismeke biçûk ya destheqê didin, beramberî ku ew, mirovên demek dirêj bêkar mane bigrin kar. Bi pereyê dewletê herwuha cihên praktîkê, ji bo ciwanan staj û karên cîhgir (vikariat) dê werine amadekirin.

Ev partî soz jî didin ku baca ji bo şîriketên biçûk kêmtir bikin.

Wekî din s, v û mp hêviya xwe girêdidin saziyek peydakirina kar (arbetsförmedling) a effektîv, jinûve perwerdekirina hêza kar û konjukturek baş.

Partiya çep (Vänsterpartiet) dixwaze di nav sektora fermî de 200 000 karên nû werine peydakirin. Bi ya wan ”pêdivî herî zêde li wir heye”. Partî herwuha dixwaze ku şîriketên biçûk yên herî zêde bi 10 karkerî pereyê nexweşiyê (sjuklön*) nedin.

Partiya hawîrparêz a kesk (Miljöpartiet) dixwaze wexta xebatê daxîne 35 saetên hefteyê. Bi vî awayî wê bêtir derfetên kar çêbibin. Partî herwuha dixwaze pere ji Ams (*) bigre û bi van pereyan di sektora fermî (*) de ji 40 000 kesî re kar peyda bike.

Hevgirtina burjuwa (Den borgerliga alliansen – m, fp, kd, c) dixwaze bi rêya kêmkirina bac a destheqê û hêsantirkirina şertê ji bo şîriketan bêtir derfetên kar çêbike. Pêşniyazên wan ev in:

Kêmtir bac ji bo kesên hatina wan a aborî kêm an jî normal e (*). Di saya vê de karkerek dikare mehê hezar kron zêdetir qezenc bike. Bi ya partiyên burjuwa ”divêt karkirin bi perê xwe bike”.Karên destpêkek nû – ji bo girtina kar a mirovên ku zêdeyê salekî bêkar man e (ji bo ciwanan piştî şeş meh) ne hewceye ku şîriket pereyê karbidestiyê (*) bidin.Kêmtir bac û pereyê karbidestiyê dema şîriket mirovên ser temenê 65 salî digrin kar.Nîvkirina bac ji bo kirîna xizmeta ji bo malê (hushållsnära tjänster) (*).Betalkirina pereyê karbidestiyê ji bo hîn beşên sektora xizmetê(*).Fînansekirina hevbeş a karbidestan a piştî hefteya dûem a nexweşiyê dê were betalkirin.

Ev reform tê wê wateyê ku hatina dewletê bi 52 milyar kronî kêm dibe (”wendakirina” herî mezin bi 37 milyarî kêmkirina baca hatina aborî ye). Hevgirtina burjuwa vê yekê wuha fînanse dike: kasayekê bêkariyê (a-kassa) ya mecbûrî bi endametiyek buha û kêmtir pereyê bêkariyê (ev 11 milyar kron dide dewletê). Betalkirina kêmkirina bac ji bo endametiya sendîka û kasaya bêkariyê (4 milyar dide dewletê), betalkirina sala serbest (friåret*) û kêmkirina berpirsiyariya aborî ji bo dewletê dema qezayên trafîkê çêdibin. Beşek din ê fînanskirinê ewe ku binban (*) a sîgorteyê nayê bilindkirin, dijberê biryara s, v û mp a di vî warî de.

Partiya navendê (Centern) di ser vî de pêşniyazekê xwe heye ji bo kêmkirina bêkariya di nav ciwanan de. Ew ji bo kesên jêr 26 salî peymanên cûda dixwazin, ku ev destûr bide karbidestan ku dema dixwazin wan bigrin kar an jî ji kar bavêjin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".