Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sîgorteyên sosyal (socialförsäkringarna)

Hat weşandin måndag 28 augusti 2006 kl 10.41

Civaka refahê (*) li ser wî nirxê hatiye avakirin ku dibêje divêt her kes bi awayekî piştigir berdêlek bide ji bo refaha her kesekî civakê. Vê yekê mirov bi dayîna bac dike, ku dewlet û şaredarî ev piştre parve dikin. Di vê parvekirinê de sîgorteyên sosyal jî cîh digrin. Ev sîgorte di beşên cûda yên temen de ji bo mirovan têne dayîn (weke mînak alîkariya zarokan – barnbidrag) û di demên dijwar de (weke nexweşî). Dido mînak:

Siyaseta malbatê (di nav wan de alîkariya ji bo zarokan û sîgorteya dê û bavan) salê 65 milyar kron e. Nexweşnivîsandin her sal ji dewletê re 130 milyar kronî dibe mal. Hemû partî modela refahê diparêzin, lê Hevgirtina burjuwa dixwaze wê biguherîne ku erzantir bibe.

Hukumet û partiyên hevkar (v û mp) berya hilbijartinê binbaniya sîgorteya dê û bavan û ya nexweşiyê bilind kirin (ji 1ê tîrmehê ve). Wan her wuha alîkariyek nû ya danûstendinê (umgängesbidrag) peydakirine ku didin wan dê û bavên ku li cem zarokên xwe namînin. Lê di mijarên din de di nav van her sê partiyan de hemfikiriyat nîne.

-         Partiya hawîrparêz a kesk (Miljöpartiet) dixwaze wergirtina pereyê dê û bavan (*) dirêj bike hetanî 18 mehan û ji vê demê her sisiyan yekî bide yek ji dê û bavan. Partiya çep hîn pêşvetir diçe û dixwaze bênvedana dê û bavan (*) di nav jin û zilam de 50/50 were parvekirin. Sosyaldemokrat dixwazin sîstema ku niha heye biparêzin. Li gor vê, bênvdan 13 meh in ku ji sedî 80 destheqê dide. Ji van, her yek du meh bi dê û bav ve hatiye girêdan (di nîqaşan de ji vî re tê gotin mehên bavan – pappamånader). Hem mp û hem jî v dixwazin ku hem dê û hem jî bav karibin di meha yekem a çêbûna zarok de bi hev re li malê bibin.

-         Tenê Partiya çep dixwaze roja karensê (*) ya di sîgorteya nexweşiyê (*) de ji holê rake.

-         Sosyaldemokrat û Partiya çep dixwazin binbana kasaya bêkariyê bilind bikin. Mp naxwaze.

Hevgirtina burjuwa di warê sîgorteya civakî (*) de ne xwedî nêrînek hevbeş in. Pêşniyazên partiyan ji hev gelek cûda ne. Lê ew hemû li dijî bilindkirina binbana sîgorteya nexweşiyê ne, dijberê s, v û mp ku di warê bilindkirinê de biryarek hevbeş girtine.

-         Sîgorteya nexweşiyê: Moderat (m), Xiristiyanên Demokrat (kd) û Partiya navend (c) dixwazin binbaniyê nizimtir bikin û rojekî din ya karensê li ser zêde bikin. Partiya gel qebûl dike ku binbanî di sala 2007 de nizim bikin lê di sala 2008 de ji nû ve bilind bikin. Fp ji rojek din ya karensê re dibêje na.

-         Sîgorteya dê û bavan: Moderat dixwazin ev kêmbikin 12 meh û pereyê wê jî daxînin 75 prosentê destheqê û di heman demê de baca wê dê an bavê ku destheqa kêm digre nizim bike.     Partiya gel dixwaze 90 prosentê destheqê bide wan dê û bavan ku rojên bênvedanê wekhev parve dikin. Partiya navendê dixwaze hem alîkariya minimum û hem jîn binbaniya alîkariyê bilind bike. Kd dixwaze pareyê bingehîn (*) bilind bike.

-         Zarok: Fp dixwaze kontoyek zarokan ya salê ji 40 000 kronî saz bike; Moderat û Partiya navend dixwazin pereyekê xizmeta zarokan (barnomsorgspeng *) veqetînin ku dê û bav karibin li gor pêdiviyan bikarbînin. Kd dixwaze alîkariya weliyatiyê (vårdnadsbidrag) bi şaredariyan ve girêde û bi navê ”rojên zarokan” daxwaz tewirek din ya alîkariyê dike, ku ev pare piştî sîgorteya dê û bavan dê were dayîn.

Lê di van pirsan de partiyên hevgirtinê hemfikir in:

-         Endametiya di kasaya bêkariyê (a-kassa) de wê mecbûrî û buhatir bibe. Şertên kar (*) wê tundtir bibin û pareyê bêkariyê dê piştî neh mehan we kêm tir bibe.

-         Divêt mafê karbidest hebe ku ji roja yekem ji nexweş rapora nexweşiyê daxwaz bike.

-         Pareyê mirovên ku berya wexta xwe teqawid (*) bûne were kêmkirin.

-         Dermankirin û tedawiya piştî qezayekî trafîkê gereke ne ji aliyê sîgorteya nexweşiyê ya gîştî ve, lê ji aliyê sîgorteya trafîkê ya prîvat ve were fînanse kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".