Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bac

Hat weşandin måndag 28 augusti 2006 kl 10.42

Bac a bilind an nizim – û ji bo çi?

Kota ya bacan (skattekvoten) li Swêdê 50 prosent e û ev bilindtirê reqama binavînciya welatên Yekîtiya Ewropayê ye. Tê zanîn ku hukumet û partiyên hevkar dixwazin bac bilind bigrin ji bo ku karibin sîstema refahê fînans bikin. Hevgirtina burjuwa jî dixwaze bac nizimtir bikin ji bo ku zêdetir pare di berîkên mirovan de bimîne û dema wan xwest karibin ji xwe re xizmetên refahê (*) bikirin. Gelo di van hilbijartinan de qedera kîjan bacan dê biguhere?

BACÊN HATINA ABORÎ

Dewlet û şaredarî har sal ji hatinên ji destheqa kar 470 milyar kron berhev dikin. Van salên dawî bac hatine kêmkirin. S, v û mp di bingeh de dixwazin vê baca bilind ya kû îro heye biparêzin. Hevgirtina burjuwa dixwaz baca hatina aborî di nav dido salên ewil de bi 82 milyar kronî kêm bike. Ev kêmkirin wê bi kêmkirina pareyê sîgorteyên sosyal û buhakirina endmetiyek mecbûrî ya di kasaya sîgorteyê de were fînanskirin.

BACA XANIYAN (Fastighetsskatten)

Dewlet, her sal 25 milyar kron ji baca xaniyan berhev dike. Baca xaniyan ji xaniyên biçûk, xaniyên kirê, lokal û xaniyên endustriyê tê stendin. Malekî tu car ne mecbûre ku ji zêdeyê 4 prosentê hatina xwe bide baca xaniyan. Hukumet, v û mp dixwazin baca ji bo xaniyên bênvedanê (weke havîngeh) û xaniyên ku buhaya wan ser 3 milyon kronî ye nizim bikin. Wekî din divêt bacên xaniyan wekî niha bimîn in. Hevgirtina burjuwa dixwaze bi gîştî bacên xaniyan ewil kêm bike û piştre ji binî ve rabike. Nizimkirina sala pêş me wê bi yekser cemidandina qîmeta bacan (taxeringsvärden) re destpêbike. Bi vî re, rê li pêş zedebûna bac a sala 2007 tê girtin. Li kêlaka vê, ewê bi binbaniyek xurttir li wan herêmên ku qîmeta xanîyan hêrî xurt zêde dibe rê li ber bilindbûna bac bigrin. Ev wuha dibe: baca qîmeta erd wê herî zêde bi 5000 kronî were sînorkirin. Di pêvajoyek dirêj de armanca hukumetekê hevgirtina burjuwa bi gîştî jiholêrakirina bac a xaniyan e. Di şûna wê de wê şaredarî xercekê kêm bigrin.

BACGUHERTINEK KESK (Grön skatteväxling)

Bacguhertin tê vê wateyê: baca dewlemendiyên xwezayê û ya qirêjkirina xwezayê tê bilindkirin û hatinên ji vî derê ji bo kêmkirina bacên din – di serî de baca hatina ji kar -  tê bikaranîn. Bacguhertina kesk ya ji bo salên 2001-2010 bi qasî 30 milyar kronî ye. Bacguhertina îsalîn 3,6 milyar kron e. Hevgirtina burjuwa di wê baweriyê de ye ku bacguhertina kesk siyaset têkçûyî ye û di saya wê de elektrîka ji bo endustrî û malan buhatir bûye. Ji ber vê yekê ew dixwazin vê yekê ji holê rakin.

BACA MULKIYETÊ (Förmögenhetsskatten)

Hatina dewletê ya ji baca mulkiyetê di sala 2005 de 5,5 milyar kron bû. Baca mulkiyetê ew mirov didin ku mulkekî wan ê ji zêdeyê 1,5 milyon kronî heye û bi serê xwe dijîn. An jî ew cotên ku bi hev re zewicîne an bi hev re dijîn û bi hev re mulkiyetek wan ê zêdetirê 3 milyon kronî heye. Piştî guhertina şertên di vî warî de kêmtir mirov vî bacê didin. Di sala 2000 de 700 000 kes ev bac didan. Lê sala derbasbûyî ev jimar daket derdora 200 000 kesî.

S, v û mp dixwazin wergirtina baca mulkiyetê berdewam be. Lê hevkgirtina burjuwa di xwaze ev bac bi temamî ji holê rabike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".